11 Filistînî hatin girtin û Israîlê jî hişyariya dawî da Hemasê

Duh, artêşa Îsraîlê 11 Filistînî girtin. Çapemeniya Israîlê jî ragihand ku bi rêya şandeyê ewlehiyê yê Misrê peyama gefê ji Tevgera Hemasê re rêkiriye. Di peyamê tê gotin ku dibe di navbera Xeza û Îsraîlê de pevçûn çêbibe.

11 Filistînî hatin girtin û Israîlê jî hişyariya dawî da Hemasê
6 adar, 2019   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Filistînê diyar kirin ku, artêşa Îsraîlê serê vê sibehê girtiye ser malên Filistîniyan hin kes girtine û mal wêran kirine. Her wiha malpera"Wala" ya Îsraîlê ragihand ku, hêzên artêşê kesên ku guman heye tevl' çalakiyên li dijî artêşê bûne girtine.

Li aliyekî din kenala 13’ê ya Israîlê diyar kir ku, vê sibehê Îsraîlê Hemas bi navgîna şandeyê ewlehiyê yê Misrê agahdar kiriye ku pêwîste hemû çalakiyan û berdana napoxên(balon) şewatê yên ji Xezayê rawestîne. Heke nebe dê kiryarên li ser sînor veguherin pevçûnan.

Kenalê bi bîr xist ku, Îsraîlê Hemas agadar kiriye ku heke napoxên şewatê bidomin, dê li Xezayê bibe sedema pevçûnan û êdî ew nikarin der barê rewşa li ser sînor bêdeng bimînin.

Rojnameya El-Exbar a Lubnanê diyar kir ku, Hemas jî awayayên bersivdayîna êrîşên asmanî dinirixîne.

Şevê din hêzên Asmanî yên Israîlê çend caran li Xezayê êrîşî baregehên komên Filistîniyan kirin, wezaeta tenduristiyê behsa tu ziyayan nekir, komên Filistînê jî bersiva êrîşan nedan.

 (fr)