Rojeva çapemeniya erebî

Dosyaya Sûriyê û liv û tevgera Rûsyayê ya derveyî lihevhatinên Astanayê, şerê li dijî DAIŞ`ê, geşedanên li Cezayir û Yemenê û nakokiyên Tirkiye û Amerîkayê di rojeva rojnameyên erebî yên îro de bûn.

Rojeva çapemeniya erebî
6 adar, 2019   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Rûsya derveyî lihevhatinên Astanayê tev digere

Der barê tevgera Rûsyayê li Sûriyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Van rojan liv û tevgera Rûsyayê ya derveyî lihevhatinên Astanayê zêde bûye, xuya ye ku Astanayê armancên xwe pêk anîne."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Rûsya êdî dizane ku ew nikare mijara çereseriya siyasî di destê xwe tenê de bihêle, her wiha Moskov dizane ku çareserî bi lihevhatinên Astanayê û bi hevkariya Tirkiye û Îranê tenê jî nabe û van lihevhatinan armancên xwe yên kêmkirina şerê li Sûriyê pêk anîne."

El-Şerq El-Ewset: Sivîl dê ji Baxozê derdikevein, DAIŞ`î xwe radestî hevkarên Washingtonê dikin

Der barê şerê li dijî DAIŞ`ê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bendê bû ku şevê din hin sivîlên din ji Baxozê derkevin, beriya wê jî nêzî 3 hezar kes derketibûn."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Komên Kurd û Ereb ku hevpeymana navdewletî piştgiriya wan dike, DAIŞ`ê tawanbar dikin ku sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne, lewma ew neçar man ku hemleya xwe ya li Baxozê rawestînin."

Iraq

Di mijrara Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Malbata El-Nuceyfî ya li Mûsilê hewl dide desthilatdariya xwe li bajêr vegerîne, lewma mijara parastina Mûsilê, rewşa bajêr piştî şer û mijara gendeliyê, van mijaran hemûyan bi kar tîne. Ev malbat ku yek ji mezintirîn malbatên sunnî yên bajêr bû, piştî DAIŞ kete Mûsilê, bandora malbatê jî kêm bû."

Cezayîr

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê rewşa li Cezayîrê de wiha nivîsî: “Bi hezaran xwendekar li dijî namzetiya serokê Cezayîrê Ebdilezîz Bûtiflîqa daketin qadan. Piştî ku Bûtiflîqa ji bo cara 5`mîn bû namzetê hilbijartinên serokatiya welêt, tevlihevî derket. Alîgirên serok jî di nava tirsê de ne, hinan ji wan xwe da alî, hinan jî xwe daye aliyê gel."

Yemen

El-Şerq El-Ewset der barê rewşa Yemenê de wiha nivîsî: "Hikûmeta Yemenê pêşniyara wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt ku pêşniyar kiribû li Hudeydayê rêveberiyeke bêalî bê avakirin, nepejirand. Hikumetê nerazîbûna xwe der barê mijarê de bi daxuyaniyekê eşkere kir."

Tirkiye

Di mijara Tirkiyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê roja sêşemê diyar kir ku Amerîkayê ji Tirkiyê re gotiye eger Tirkiyê sîstema parastina asmanî ya Rûsyayê bikire, dê Washingoton firotina balafirên F-35 bo Tirkiyê ji nû ve di ber çavan re derbas bike. Berdevkê wezaretê Robert Baladeno ji rojnameyekê re got "Me di mijara kirîna moşekên S-400 de Tirkiye hişyar kiriye."