Li Reqayê xebatên avahîsaziyê geş dibin

Rêveberiya Avahiyan û Kargehên Kevir ji bo peydakirina madeya destpêkê ya avakirinê anku xîz û jinûveavakirina bajarê Reqayê dixebite. Her wiha berhemên zêde derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Li Reqayê xebatên avahîsaziyê geş dibin
Li Reqayê xebatên avahîsaziyê geş dibin
Li Reqayê xebatên avahîsaziyê geş dibin
Li Reqayê xebatên avahîsaziyê geş dibin
6 adar, 2019   08:49

EMAR EL-XELEF / REQA

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ji hêla şervanên QSD`ê ve di 20`ê Cotmeha 2017`an de, saziyên sivîl bê navber ji bo vegerandina ronakiya bajêr dixebitin. Çeteyên DAIŞ`ê bi zanabûn, binesaziya bajêr mayin kiribû.

Rêveberiya Avahiyan û Kargehên Kevir madeya destpêkê ya avakirinê ji Reqayê re peyda dike. Xebat di kargeha qûmê de ya li ser beravê çemê Firatê li nêzî taxa El-Mişleb a rojhilatê Reqayê ji bo peydakirina pêwîstiya tevahiya bajêr û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin.

Destpêkê qûm bi rêya alavên pêwîst ji berava çemê Firatê tê derxistin. Piştre di alaveke din de qûm ji bermahî û gemarê tê paqijkirin.

Tevî peydakirina wê madeyê, derfetên kar ji 30 şêniyên Reqayê re hatin peydakirin. Hilberîna kargehê ya rojane derdora 50 kamyon xîz (qûm) û 130 kamyon bermahî ye.

Xîzê ku hatiye derxistin û bermahî di xebatên avakirinê de li bajêr têne bikaranîn. Hilberîna zêde ya rojane ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têne şandin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Rêveberiya Avahiyan û Kargehên Kevir Mihemed El-Casim wiha got: "Ji bo peydakirina xîz ji bajarê Reqayê re, em dixebitin. Em xîz bi buhayê 14 hezar lîreyên Sûriyê ji her tonekê re difiroşin şêniyan. Lê em astengiyan di peydakirina cureyek baş de ji sotemeniyê zehmetiyan dikişînin."

(şx/bm)

ANHA