Jinên Serêkaniyê soza berdewamkirina têkoşînê da

Jinên Serêkaniyê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê, jinên têkoşer û şoreşger pîroz kir û wiha got: “Têkoşer Leyla Guven bûye sembola jinên azad ên ku zilmê red dikin û rêya azadiyê dişopînin.”

Jinên Serêkaniyê soza berdewamkirina têkoşînê da
6 adar, 2019   08:10

BASIL REŞÎD / HESEKÊ

Jinên bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê amadekariya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Jinan der barê vê rojê de nêrînên xwe parve kirin û bang li jinan kir ku hevgirtina xwe xurt bikin da ku hebûna xwe îsbat bikin.

Endama Kongreya Star, Îtab Abdullah Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û  wiha got: “Jinan xwe îsbat kir û rola xwe li hemû qadên jiyanê lîst. Jin li her derê li dijî zilm û çewisandinê tê koşiyan.”

Îtab berxwedana Leyla Guven silav kir û wiha got: "Em jin divê yekitiya xwe çêkin.”

Jina bi navê Nûra Nezîr a ji pêkhateya Çaçan destnîşan kir ku 8`ê Adarê roja şoreşê ye. Nûra diyar kir ku Ocalan ji bo azadiya jinan tê koşiyaye û wiha pê de çû: “Divê jin li hember komployên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan bê deng nemînin û ji bo azadiya wî li qadan bin.”

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Selwa Ehmed wiha got: "Divê kiryarên li ser jinan li bajarê Amerîkayê New Yorkê pêk hatine, neyên jibîrkirin. Ji ber ku banga mafên xwe di kar de kirine, di kargehê de piştî ku derî li ser wan digirin, ew şewitandin. Divê jin ji bo tunekirina zîhniyeta mêrdestiyê tê bikoşin û mafên xwe bi dest bixin."

Selwa 8`ê Adarê li têkoşer û şervanên YPJ`ê pîroz kir û wiha got: "Wan roleke mezin di têkbirina DAIŞ`ê de lîstiye."

Di dawiyê de Selwa soza berdewamkirina têkoşînê heya bidestxistina tevahiya mafên jinan û pêkanîna wekheviyê da.

(şx/bm)

ANHA