Jinên Minbicê roja 8`ê Adarê pîroz dikin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Meclisa Jinan a Minbicê de, şêniyên gundê Eseliyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Jinên Minbicê roja 8`ê Adarê pîroz dikin
Jinên Minbicê roja 8`ê Adarê pîroz dikin
Jinên Minbicê roja 8`ê Adarê pîroz dikin
Jinên Minbicê roja 8`ê Adarê pîroz dikin
Jinên Minbicê roja 8`ê Adarê pîroz dikin
Jinên Minbicê roja 8`ê Adarê pîroz dikin
2 adar, 2019   13:40

MINBIC

Meclisa Jinan a bajarê Minbicê û Gundewarên Wê di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de şahiyek li gundê Eseliyê bi dirûşmeya "Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe" li dar xist, di şahiyê de sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û gundewarên wê û bi dehan jinên gundê Eseliyê amade bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya Meclisa Jinan Hala El-Hesen axivî û têkildarî Roja Jinan a Cîhanê û sedemên ku hişt cîhan vê rojê wek rojeke jinan a cîhanê bide diyarkirin, wiha got: "Cîhan vê rojê pîroz dike da ku serkeftinên jinan ku pêk anîne, bide naskirin."

Hala da zanîn ku jinên li hemû cîhanê rastî zilm û şîdetê dihatin û wiha pê de çû: "Çîroka Roja Jinan a Cîhanê li kolanên New Yorkê sala 1856`an dest pê kir da ku zilma dermirovî ku rastî jinên karker dihat, şermezar bikin."

Hala destnîşan kir ku piştî serhildana jinan, berpirs neçar man ku li doza jinan binêrin û tedbîrên pêwîst bigirin, di 8`ê Adarê de careke din bi hezaran jinên karker sala 1908’an daketin kolanan da ku daxwaza kêmkirina seatên kar bikin û nehêlin zarok kar bikin. Jinan di wê rojê de mafên xwe di aliyê siyasî û mafê hilbijartinê xwest, ji wê rojê de Roja Jinan a Cîhanê tê pîrozkirin.

Di şahiyê de Koma Mehebe stran gotin û Koma Selam a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya dîlanê ji folklora Tirkmenan govend pêşkêş kirin.

Şahî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(jo)

ANHA