Li Kobanê belavokên 8`ê Adarê hatin belavkirin

Bi boneya nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi dehan jinên saziyan di bin sîwana Kongreya Star de belavok li bajarê Kobanê belav kirin.

Li Kobanê belavokên 8`ê Adarê hatin belavkirin
2 adar, 2019   12:18

KOBANÊ

Di nava rêzeçalakiyên Kongreya Star ên ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî dest bi belavkirina belavokên têkildarî 8’ê Adarê kir.

Belavok di hemû qad û kolanên bajarê Kobanê û li navçeya Qinê ya girêdayî bajarê Kobanê de hatin belavkirin. Jinên ku belavok belav kirin, bi cil û bergên xwe yên gelêrî derketin nava kolan.

Bi giştî 3 hezar belavok hatin belavkirin. Di belavokan de hate diyarkirin ku dê rojane daxuyanî, semîner û sînevîzyon bên dayîn, şahî bên lidarxistin û zîyaretên navendên leşkerî werin kirin.

Her wiha tê payîn ku roja 7`ê Adarê meşek li kantona Girê Spî were lidarxistin û hemû pêkhateyên herêma Firatê beşdarî meşê bibin. Roja 8`ê Adarê jî dê meşa giştî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê were lidarxistin.

Çalakiyên Kongreya Star ên ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, berdewam dikin.

(sn-hk)

ANHA