NY: Ji sedî 80’yê ji gelê Sûriyê xizan in

Berdevkê sekreterê giştî yê NY’yê Stefan Dujarric got krîza Sûriyê hê jî bi dawî nebûye û ji sedî  80’yê gelê Sûriyê di nav şert û mercên xizaniyê de ne .

NY: Ji sedî 80’yê ji gelê Sûriyê xizan in
2 adar, 2019   12:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Stefan Dujarric di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku aloziya Sûriyê ji bo bi milyonan mirovên ji Sûriyê yên ku 8 sal e di nava şer de dijîn, bi dawî nebûye.

Stefan Dujarric wiha axivî: "Zêdetirî 11 milyon kes, pêwîstiya wan bi alîkariyên mîna xwarin, alîkariyên tenduristî, cih û war, kanalîzasyon, paqijî û heta çawaniya jiyanê heye.”

Dujarric teqez kir ku NY û hevalbendên wê ji welatên endam dixwaze pêdiviyên jiyanê ji bo 11 milyon mirovan peyda bike.

(fr)