Du tevgerên siyasî yên Kurd bûn yek

Du tevgerên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bûne yek. Partiya Azadiya Kurdistanê tev li nava Tevgera Aştiyê ya Kurdistanê bû.

Du tevgerên siyasî yên Kurd bûn yek
2 adar, 2019   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya siyasî ya Tevgera Aştiyê ya Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku tevgera wan û baskê Partiya Azadiya Kurdistan ku mîna baskê Umer Elî tê naskirin, li ser yekitiya her du tevgeran li hev kir.

Tevgerê ragihand ku dê her du tevger li ser navê Tevgera Aştiyê ya Kurdistanê tev bigerin.

Li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê partiyên siyasî li gorî zagona partiyên siyasî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye sazkirin, tev digerin.

(k)

ANHA