Rêveberiya Xweser dê 283 girtiyan berde

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew ê 283 girtiyên ku bi ecindeyên derve hatibûn xapandin û destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, li ser xwesteka rûspiyên herêmê, serbest berde.

Rêveberiya Xweser dê 283 girtiyan berde
2 adar, 2019   09:54

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li navenda xwe ya li navçeya Ey Îsa civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ragihand ku ew ê 283 girtiyên li gel hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbest berdin.

Hevsarokên Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş û Bêrîvan Xalid, cîgira hevserokatiya meclisê Rohilat Arif û gelek rojnamevan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid Mehbaş ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xwesteka rûspî, şêxên eşîran û kesayetên ku bandora wan di nava civakê de heye, ji bingeha efûkirinê û hîskirineke bilind ji berpirsyariyê ji hemû gelê me bi hemû pêkhateyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji bo wê Rêveberiya Xweser biryar da ku îro 283 girtiyan ku zarokên gelên me yên Sûriyê ne, serbest berdin.

Wan kesan rê winda kirin, ne li gorî kevneşop û adetên civaka Sûriyê tev digeriyan û zagon binpê dikirin. Hindek ji wan bi ejinde û projeyên desthilatdaran hatin xapandin û bi sedema wan bajar û gundên me hatin rûxandin. Mal û milkên gelê me hatin talankirin, dibistan û zanîngehên me hatin girtin û sîstema jiyanê xira bû. Rêveberiya Xweser xwe wek berpirsyar ji wan kesên ku rêya xwe winda kiribûn, dibîne. Ji ber ku ew zarokên gelê Sûriyê ne.

Em destek, hezkirin û efûkirinê didin wan. Em derfet ji bo derfetên kar ji wan re peyda bikin da ku li jiyana xwe ya xwezayî di nava civakê de vegerin. Ji ber wê em ê girtiyên li gel rêveberiyên me li herêma Cizîrê, Firat, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê serbest berdin.

Me hêvîdar in ku malbat, rûspî û şêxên eşîrên wan piştî ku rêya xwe winda kiribûn û careke din li rêya rast vegeriyan ku rola wan a baş û aktîf bigirin.

 Sûdê ji vê derfetê bigirin, em serkeftinê ji wan re dixwazin û hêvî dikin ku dûrî zirarên ku digihîjin berjewendiyên welat bikevin, ji ber ku yê ku welatê xwe tune be tu nirx û rûmetê wî tune ye. Bila bi awayekî normal di nava malbat, dayik, hevjîn, zarok û gelê xwe de bijîn û bi aktîf rola xwe di civakê de bilîzin û parastina welat bikin.

Bi hêzên xwe serbilind bin, bi yekbûna neteweyan di nava gelê me bi hemû pêkhateyên wê serbilind bin. Em hemû gelên Sûriyê ne û bi vê yekê serbilind in.

Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) hemû herêmên Rêveberiya Xweser ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Di van rojan de dê mizgîniya rizgarkirina hemû herêmên Rêveberiya Xweser ji terorê di aliyê erdnîgariyê ve bê ragihandin, lê hîna teror bi dawî nebûye. Hêzên me QSD temenekî mezin da, 8 hezar şehîd dan, em bi wan serbilind in.

Werin em bi hev re destê hev bigirin û li pêşiya xwe binêrin, hewl bidin birîna ku di aloziyê de çêbû, ji bîr bikin û parastina welatê xwe bikin."

(jo-bx)

ANHA