Rojeva çapemeniya erebî

Êrîşa dawîn a li dijî çeperên DAIŞ`ê, helwesta Ewropayê ya der barê Sûriyê de, rewşa li Yemen û Cezayirê û gelek mijarên din di rojeva rojnameyên erebî yên îro de bûn.

Rojeva çapemeniya erebî
2 adar, 2019   09:22

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî çeperên dawîn ên DAIŞ`ê dest bi êrîş kir

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê şerê li dijî çeperên dawîn ên DAIŞ`ê de wiha nivîsî: "Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh ragihand ku hêzên wan êrîşa dawîn li dijî DAIŞ`ê dest pê kir.

Ajansa Reutersê jî diyar kir ku QSD ku ji Kurd û Ereban pêk tê, beriya hefteyekê amadekariyên êrîşa li dijî çeperên dawîn ên DAIŞ`ê dikin ku li Baxozê hatine dorpêçkirin, lê ji ber veguhastina sivîlan ev êrîş rawestiyabû.

Ev cihên behsa wan tê kirin berîkên dawîn ên DAIŞ`ê ne li rojhilatî Firatê, tevî ku rizgarkirina Baxozê dê bibe derbeyeke mezin ji bo DAIŞ`ê. Lê metirsiya vê rêxistinê hîna dewam dike ku dibe bi awayê şerê gerîlla şer bike, her wiha li hin deverên dûr ên rojavayê çemê Firatê hîna hin herêmên di destê wan de hene."

El-Ereb: Hêzên klasîk ên Ewropayê û dosyaya Sûriyê; kî dê pêşeroja yên din destnîşan bike?

Der berê helwesta Ewropayê ya dosyaya Sûriyê de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Li gorî hin daneyan, der barê helwesta Ewropayê ya Rojhilata Navîn de guherînên mezin hene, bi taybet der barê dosyaya Sûriyê de.

Her çi qas hin dewletên mîna Fransa, Brîtanya û Almanyayê alîgirên lihevhatina bi rejîmê re ne jî, lê daxuyaniyên dawiyê yên rayedarên van dewletan nîşan didin ku guherîneke mezin di helwestên dewletên Yekitiya Ewropayê de çêbûye, êdî li şûna çareseriya leşkerî û têkbirina rejîmê, behsa çareseriyên siyasî dikin.”

Sûdan

Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Sûdanê de wiha nivîsî: "Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr serokatiya Partiya Niştîmanî da cîgirê xwe Ehmed Harûn, ji niha heta ku kongreya giştî ya partiyê tê lidarxistin. Ev tişt bû cihê pirsyaran; gelo dê partî hewl bide dîsa El-Beşîr ji bo serokatiya Sûdanê bibijêre di hilbijartinên sala 2020`an de?"

Venezuela

Der barê mijara Venezuelayê de rojnaeya El-Heyat wiha got: "Roja înê Amerîkayê cezayê diravî avête ser hin rayedarên leşkerî yên Venezuelayê yên nêzî serokê berê Nicolas Maduro, ji ber ku van kesan nehişt alîkariyên Amerîkayê bigihîjin Venezuelayê."

Wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin diyar kir ku Maduro nehişt keştî û erebeyên alîkariyên mirovî bikevin Venezuelayê, ev mînaka wê ye, ew rejîma xwe bi kar tîne ku nahêle xwarin bigihîje welatiyan da ku welatiyên belengaz bixin bin destê xwe."

Iraq

Rojnameya El-Ereb der barê rojeva Iraqê de wiha nivîsî: "Hewldanên serokê Iraqê Berhem Salih ên xweşkirina atmosfera siyasî ya Iraqê têk çûn. Hevdîtina ku li koşka wî pêk hat, bû boneya eşkerekirina nakokiyên navxweyî."

Filistîn

Di mijara aştiya Filistîn û Îsraîlê de rojnemaya El-Şerq El-Ewset wiha got: "Filistînî li benda hilbijaratinên Îsraîlê yên 9`ê Nîsanê ne ku dibe piştî wê rêveberiya Amerîkayê projeya xwe ya bi navê “Projeya Sedsalê” destnîşan bike. Ne tenê filistînî, her wiha gelek dewletên erebî jî vê projeyê napejirînin. Her wiha hin kesayetên ji Amerîkayê ku beşdarî platforma `Siberoja Rojhilata Navîn a sala 2019`an’ bûbûn, projeya Trump wek projeya nepêkan bi nav kiribû."

Yemen

Rojaneya El-Heyat der barê geşedanên li Yemenê de nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî ji Îranê xwest ku li gorî regezên Rêxistina Hevkariya Îslamî tev bigere û piştgiriya milîsên Hûsiyan rawestîne û rêzê bide mafên cîrantiyê.”

Cezayir

El-Şerq El-Ewset der barê xwepêşandanên li Cezayirê de wiha nivîsî: "Sibe dê ji bo serokê Cezayirê Ebdilezîz Bûtiflîqa, dema namzetiya serokatiyê bi dawî bibe. Di heman demê de li gelek bajarên Cezayirê welatî derketin xwepêşandanan, di nava xwepêşandêran de efsaneya şerê rizgariyê jina bi navê Cemîla Bûhêrid a 83 salî jî hebû. Welatiyan li dijî namzetiya Bûtiflîqa slogan avêtin. Polîsan jî bi bombeyên gazê bersiva xwepêşandêran da."

(kn)