Hindistanê sînorê Keşmîrê topbaran kir: Ciwanek mir, 3 gundî birîndar bûn

Hêzên leşkerî yên Hindistanê êrîşî gundekî li ser sînorê herêma Keşmîrê kir ku heta niha li ser wê lihevkirineke durist çênebûye. Di encamê de ciwanek hate kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Hindistanê sînorê Keşmîrê topbaran kir: Ciwanek mir, 3 gundî birîndar bûn
2 adar, 2019   10:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî ji hikumeta Pakistanê Umer Ezam got hêzên Hindistanê bi çekên giran gundiyên li ser xeta agirbestê ya herêma Himalaya ya sînor kir û di encama topbaranê de ciwanek hate kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Her wiha Ezam teqez kir ku hêzên Pakistanê bersiva topbaranê da.

Li herêma Keşmîr a di navbera Hindistan û Pakistanê de topbaran pêk hat. Di encama xistina balafirekê ya girêdayî hêzên asîmanî yên Hindistanê de, 2 pîlot û sivîlek hatibûn kuştin.

 (fr)