ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.03.2019
1 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê beşek jin û zarokên Êzidî ku ji aliyê QSD‘ê ve hatin rizgarkirin, radestî Rêveberiya Şengalê dikin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina Kurd Jiyan Amara, ji tecrubeyên jiyanê fêrî berxwedanê, avakirina kesayeta jina Kurd a bi hêz a li ser nirxên niştîmanî dibe. Jiyan dibe jêdera fêrkirina têkoşîn û berxwedanê û di encama şerekî dijwar de piştî ku hevalê xwe xelas dike, tev li karwanê şehîdan dibe. (BI WÊNE).

- Bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê li herêmên Bakurê Sûriyê re, alîgirên wê li herêmên ku Mertala Firatê dagir kirine bi taybet Babê, binpêkirinên xwe der heqê sivîlên herêmê de didomînin. Şêniyan jî banga bi dawîbûna dagirkeriyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dêra Raî Salih carek din xwe li Kantona Şehbayê birêxistin kir û malbatên xistiyan yên ku neçar mane ji Kantona Efrînê derkevin komî ser hev kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê diyar kirin ku ew berxwedana xwe ji çalakgerên grevên birçîbûnê digirin û bal kişandin ku pêwîste rêxistinên mirovî erka xwe ya li hemberî wan pêk bîne û gotin jiyana wan di xeteriyê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê teqez kirin ku piştî tunekirina DAIŞ`ê xetereya li ser wan dewleta Tirk û çeteyên wê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistin û tevgerên jin ên herêma Firatê der barê 8‘ê Adarê de daxuyaniyekî li ber Qada Jina Azad a bajarê Kobanê didin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jina bi navê Esma Erefat teqez kir ku hevdîtina wê ya bi Ocalan re fikrê wê guher û got, dijminên Kurd hewl didin rola jin di civakê lewaz bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serokê Navenda Misirê ya lêkolînên Kurdî Recayî Feyêd got sedema aloziya di navbera Tirkiyê û Misirê de siyasetên Tirkiyê yên çewt li herêmê ye. Her wiha bal kişand ku rêjîma Tirkiyê dixwaze xewna Osmanî vejîn bike û ji bo pêkanîna wê piştgiriya  komên radîkal ên qedexekirî dike mîna DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê û li Misirê mîna Îxwan El- Mislimîn. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşmeya "Jin rihê jiyanê ye û alfebeya wêjeyê ye" Çaremîn Mîhrecana Wêje û Hunera Jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê dike,  15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çend hefteyên li pêş li tevahî Kurdistanê û cîhanê pîrozbahiyên 21‘ê Adarê Cejna Newrozê dest pê dikin. Di vê çarçoveyê de komên hunerî amadekariyên dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Girînengiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî hewl dide rewşa çandiniyê li herêmê pêş bixîne û pêwîstiyên cotkaran bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA