Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê

Jina Kurd Jiyan Amara, ji tecrubeyên jiyanê fêrî berxwedanê, avakirina kesayeta jina Kurd a bi hêz a li ser nirxên niştîmanî dibe. Jiyan dibe jêdera fêrkirina têkoşîn û berxwedanê û di encama şerekî dijwar de piştî ku hevalê xwe xelas dike, tev li karwanê şehîdan dibe.

Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
Jiyan Amara… jina ku bû jêdera fêrkirina berxwedanê
1 adar, 2019   05:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Îro em ê behsa jina Kurd Ahîn Hesen anku bi destpêkirina şoreşê û têkoşîna ji bo demokratîk û jiyana hevbeş a li Bakurê Sûriyê navê kir Jiyan Amara, bikin.

Ahîn sala 1988`an li gundê Girbekîla yê bajarê Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbatê di salên 90`î de tevgera azadiya rizgarkiya Kurdistanê nas dike û heta roja îro jî malbatê dev ji doza Kurd tevî rewşên zehmet ku gelê Kurd ê Rojava tê re derbas bûye, bernedaye.

Ahîn dema mezin dibe, ji ber zîhniyeta baviksalar a di nava civakê de, nakokiyan dijî. Ahîn her dixwest sedema van nakokiyan fêm bike û rastiya wan nas bike. Ahîn dema fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve nas dike, sedema van nakokiyan fêm dike.

Ahîn tevî xwişka xwe Dilfîn û birayên xwe ji ber rewşa madî berê xwe didin bajarê Qamişlo û li taxa Qinat Siwês bi cih dibin û dest bi kar dikin.

Dema malbata Ahînê diçe paytexta Sûriyê Şamê da ku li wir di werşeya dirûtinê de kar bikin, Ahîn dev ji xwendina xwe ya navîn berdide.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û bi destpêkirina çirûska şîoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de ji bajarê Kobanê û piştre li tevahiya Rojava belav bû, malbata Ahînê vedigere gundê xwe Girbekîla. Malbat tev li xebatên şoreşê dibe û Ahîn jî sala 2013`an tev li nava YPJ`ê dibe.

Piştî perwerdeyê, Ahîn navê xwe dike Jiyan Amara û li têkoşîna xwe li bajarê Tirbespiyê ku yek ji bajarên herî xeternak di destpêka şoreşê de bû, dike. Wê demê bajarê Tirbespiyê rastî êrîşên hovane yên çeteyên Cebhet El-Nusra û çeteyên “Artêşa Azad” tê.

Ahîn bi çalakbûna xwe dihat naskirin. Tevî ku demeke kurt tev li nava YPJ`ê bûbû lê civak û rêbazên dijmin baş nas dikirin.

Her wiha di nava hevalên xwe de jî, Ahîn bi dilnizmiya xwe û dilovaniya xwe dihat naskirin. Di heman demê de, Ahîn çek jî gelek baş bi kar dianîn û di her çalakiyê de armancên ku dixwestin, pêk dianîn.

Li gundê Mezlûma, wê demê şerekî giran rû dide. Piştî berxwedaneke bêhempa, Jiyan Amara tevî 3 hevreyên xwe şeva 27`ê Tîrmeha 2013`an şehîd dibe.

‘Dilê me bi nirxên me yên welatparêzî û exlaqî dewlemend e’

Dayika şehîd Jiyan Amara, Miyasa behsa rojên wan ên xizaniyê dike û wiha dibêje: "Keça min Ahîn pirs dikir çima em xizan in. Min jê re digot dilê me bi nirxên me yên welatparêzî û exlaqî dewlemend e.”

Birayê şehîd Jiyan, Orhan Hesen der barê jiyana xwişka xwe de ev tişt got: "Ahîn dema biçûk bû, helbest li ser Rêber Abdullah Ocalan û kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê dinivîsandin. Ruhekî wê yê niştimanî hebû û aşiqê azadiyê bû. Dema Komploya Navneteweyî  li ser Ocalan pêk hat, Ahîn hêrs bû û got “Ez ê xwe fedayî rêberê xwe bikim”.

Dema malbata Ahînê li Şamê bû, Ahîn bi awayekî veşartî tev li xebatên tevgera azadiyê ya Kurdistanê dibû û pêşengî ji cejnên Newrozê re dikir. Xwişka wê wiha behsa bîranîneke xwe û wê dike: "Roja 12`ê Adarê dema em li werşeya dirûtinê bûn, saet di 11.00’an de Ahîn sekinî û bang li her kesî kir ku divê em ji bo Serhildana Qamişlo deqeyeke rêzê ji bo şehîdan bigirin. Wê demê her kes matmayî ma û rabûn ser xwe û deqeyekê rêz girt. Ahîn bi cesaret bû, ji gerînendeyê werşeyê netirsî, lewre wisa got.”

Şikandina bendan û tevlêbûna şoreşê

Hevrêyê şehîd Jiyan Amara, Alan Roj behsa pêvajoyên destpêka şoreşê kir û wiha got: "Beriya destpêkirina şoreşa Rojava, gelê Kurd girêdaneke xwe ya mezin bi tevgera azadiyê ya Kurdistanê re hebû. Heta roja îro jî gel bi nirxên xwe yên welatparêzî ve girê daye. Tevî hemû astengiyan ku rastî gelê me dihat, lê her kesî tevî xebatên xwe yên veşartî di hundirê mal û derve de, berneda.”

Alan Roj wiha dewam kir: "Di destpêka şoreşê de, civaka me bi îslamê gelekî bi bandor bûbû û jin ji mafên xwe yên biçûk jî hatibûn mehrûmkirin. Lê bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re ku ji Kobanê dest pê kir, rê li pêşiya bi dehan keçikan vekir û tevlêbûna nava YPJ`ê wek rêya xelasiya ji zîhniyeta baviksalar dîtin. Ahîn jî yek ji wan keçikan bû.”

Bûka şoreşê

Hevrêyê şehîd Jiyan Amara wiha behsa fedakarî û roja şehadeta wê dike: “Di wê demê, li herêm û gundên herêma Cizîrê şer giran bû. Dema çeteyên Cebhet El-Nusra li gundê Mezlûma em xistin kemînê, me alîkarî ji koma şehîd Jiyan Amara xwest. Tevî dorpêça dijwar a li ser gund, lê Jiyanê berxwedaneke mezin kir û kom rizgar kir. Di wî şerî de, piştî berxwedaneke bêhempa, Jiyan tevî hevrêyên xwe Zîlan, Hêvîdar û Warşîn li heman gundî roja 27`ê Tîrmeha 2013`an şehîd bûn.”

Dema Jiyan Amara şehîd dibe, cenaze dikeve destê çeteyên Cebhet El-Nusra. Piştî 47 rojan, di encama guhertina dîlgirtiyan û cenazeyên şervanan, malbata şehîd Jiyan Amara cenazeyê keça xwe werdigire.

(kc)

ANHA