Rûsya ji nûnerê PYD re:  Pêwîste Kurd di mûzakeriyên siberoja Sûriyê de beşdar bin

Wezareta Derve ya Rûsya îro di daxuyaniyekî de diyar kir ku wan di hevdîtinên xwe de li gel Şêwirmendê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê li Fransayê teqezî li ser girîngiya beşdarbûna kurdan di mûzakeriyên diyarkirina çarenûsa Sûriyê kirine.

Rûsya ji nûnerê PYD re:  Pêwîste Kurd di mûzakeriyên siberoja Sûriyê de beşdar bin
28 sibat, 2019   21:15

NAVENDa NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ên Serokê Rûsya li Rojhilata Navîn û Afrîkayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov hevdîtin li gel Şêwirmendên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên li Fransayê Xalid Îsa pêk anî. Her du aliyan mijara aloziya Sûriya gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtinê Wezareta Derve ya Rûsya îro pênşemê daxuyanî da û got: "Di hevdîtinê de pêşketinên li Sûriyê, mijara yekîtiya xaka Sûriyê û misogeriya beşdarkirina nûnerên Kurd di mûzakeriyên çareserkirinê de bi awayekî wekhev bi pêkhate, eknîk û olên din re ên li Sûriyê hatin nîqaşkirin.