Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê

Li herêmên Tebqa, Dêrazor û Reqayê têkildarî 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Tebqa, Dêrazor û Reqayê çalakiyên 8‘ê Adarê
28 sibat, 2019   19:40

TEBQA

Rêveberiya Jin a herêma Tebqayê bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdeyê di çarçoveya çalakiyên bi boneya rasthatina 8‘ê Adarê Rojan Jinan a Cîhanê de, ahengeke ji bo zarokan li gundê El-Bû Asî li dar xist.

Bi sedan zarokên gund, endamên Rêveberiya Jin a Tebqayê, Komîteya Perwerdeyê û Komîteya Çand û Hunerê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Rêvebira Rêveberiya Jin a Tebqayê Sûad Oso axivî û got: "Jin di her qadên jiyanê de pêşengtiyê dike, ken li ser rûyê zarokan xêz dike û hêviya pêşerojeke ronîkirî ava dike."

Di ahengê de Koma Zarokan a Navneda Çand û Hunerê şanoyeke li ser rola dadwer di çareserkirian pirsgirêkên eşîreyan de pêşkêş kir.

Aheng bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

Rêveberiya Jin a Tebqayê beriya çend rojan mîna vê ahengê li gundê Siwêdiyê yê rojhilatê Tebqayê li dar xistibû.

DÊRAZOR

Rêveberiya Jin bi heman armancê semîner û daxuyanî da.

Semîner li hola civînan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate dayîn. Endamên meclisên jin ên Kisra, Cezra, xeta Ebû Xeşeb, Kuber, Hermûşiya û jinên di saziyên sivîl de dixebitin amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem El-Reşîd axivî û bal kişand rola jin di avakirina civakê de têkoşîna jin bi şoreşa Bakurê Sûriyê de.

Her wiha dîroka ragihandina 8‘ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê diyar kir.

Piştî semînerê, daxuyaniyek ji aliyê endama Koordînasyona Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Sumeya Ferhan ve hate xwendin.

Sumeya got, "Bila jin ji bîr neke ku ew û mêr wekî hev in  û yek ji hîmên dewlemendkirina civakî ye. Bi pêvajoya şoreşa Sûriyê re jinên Sûriyê serî hildan û li hemberî DAIŞ‘ê çek rakirin û berxwedana wan li cîhanê deng venda. Beşdarbûna wan di pêngava rizgarkirina Kobanê, Tebqa, Reqa û Dêrazor vê yekê diyar dike."

Sumeya her wiha bang li hemû jinan kir ku asta rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û destkeftiyên bi destxistine biparêzin.

REQA

Rêveberiya Jin a Reqayê ji bo danasîna 8‘ê Adarê rêze civîn li bajarê li dar xistin.

Civîn ji bo endamên jin ên Meclisa Sivîl a Reqayê li avahiya Şaredariya Gelê û Rêveberiya Jin a Reqayê hate lidarxistin.

Rêveberên Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî û Meryem El-Ebdo girîngiya roja 8‘ê Adarê destnîşan kirin û gotin: "Jinên li Reqayê di dema dagirkirna çeteyên DAIŞ‘ê de ji mafê xwe yê herî biçûk bê par hatibûn hiştin."

Her wiha hate destnîşankirin ku, piştî rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ‘ê jinan azadiya xwe bi destxistin û bi azadî roja xwe pîroz dikin.

Di axaftinan de her wiha têkoşerên jin wekî Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Klara, Leyla Guven hatin bi bîr xistin û soza şopandina rêya wan hate dayîn.

Di dawiya civînan de belgefîlmeke li ser têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşandain.

ANHA