Pûtîn û Netanyahu hevkariya xwe ya li Sûriyê nîqaş kir

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh dûrî çapemeniyê hevkariya her du aliyan li Sûriyê û dosyayên girîng, di nav de serweriya Îranê, nîqaş kirin.

Pûtîn û Netanyahu hevkariya xwe ya li Sûriyê nîqaş kir
28 sibat, 2019   09:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu civîneke ji çapemeniyê re girtî, li dar xist. Her du aliyan bi rêya civînê hewl da piştî ku sarbûnek di navbera her du aliyan de çêbû, têkiliyên xwe xurt bikin.

Ajansa Taas a Rûsyayê ji çavkaniyan ragihand ku Netanyahu nexşerêya cihên Îranê li Sûriyê radestî Pûtîn kir. Netanyahu li ser girîngiya berdewama hevkariya ewlehî û leşkerî ji bo tevgera her du aliyan li esmanê Sûriyê bi rêya avakirina tîmeke hevbeş a hêzên biyanî li Sûriyê, teqez kir.

Nakokî di navbera Rûsya û Îranê de êdî derdikevin, piştî ku di demên dawîn de Îranê, Rûsya tawanbar kir ku hiştiye Îsraîl cihên wan li Sûriyê bombebaran bike.

(jo)