Xebatên Şaredariya Gel a bajarokê El-Hewsê

Şaredariya Gel a bajarokê El-Hews bê navber xebatên xizmetguzariyê û tenduristiyê bi armanca vejandina bajarok pêşkêş dike.

Xebatên Şaredariya Gel a bajarokê El-Hewsê
Xebatên Şaredariya Gel a bajarokê El-Hewsê
28 sibat, 2019   09:36

EHMED EL-ESAF - EMAR EL-XELEF / REQA

Piştî ku herêma Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Şaredariya Gel bi hemû derfetan dest bi xebatên xizmetguzariyê kir.

Yek ji van herêman jî bajarokê El-Hewsê ye ku 60 km dikeve rojhilatê Reqayê. Şaredariyê di serî de xizmetên paqijî, av, tenduristî û hwd pêşkêş kirin. Di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de ev cihên xizmetguzariyê hatibûn tehrîbkirin.

Şaredariyê li gel derfetên kêm xebatên xwe ji bo sivikkirina barê şêniyên bajarok berdewam dike.

Xebatên ku hatine temamkirin

Şaredariya Gel a El-Hewsê 4 pir li ser geliyên El-Hews sererast kirine da ku derbasbûna şêniyên hêsan bike. Rêyên ku ji ber barîna baranê zirar dîtibûn bi keviran hatin sererastkirin. Ava vexwerinê gihand bajarok û stasyonên hilmijên avê heya ku av gihaşt şêniyên bajarokê bi rêjeya ji sedî 70 sererast kirin. Her wiha şaredarî bi rêya sehrîcan avê digihîne herêmên ku ji stasyonê sûdê wernagirin.

Şaredariyê bi koordîneya Şaredariya Gel a Reqayê tevahiya cihên çopê yên bêserûber li bajarok rakirin û veguhestin cihên dûrî bajarok. Di heman demê de xebatên sererastkirina toreyên kehrebeyê yên ku ziyan dîtine, meşandin û kehrebe gihand bajarok.

Ji bo bajarok geş bikin, xebat ji bo amadekirina her du parkên Xes Alêc û Xes Ecîl kirin. Dar hatin çandin, daniştok, peyarê û avreşînkên parkan hatin sererastkirin.

Plansaziya pêşerojê

Şaredariya Gel ji bo restorekirina 9 parkan, vekirina cihê serjêkirina sewalan, sererastkirina stasyonên ava vexwerinê, gihandina av û kehrebeyê ji tevahiya herêmên girêdayî bajarok û heya beyarê dê xebatan bimeşînin.

Her wekî din niha hejmara koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê li bajarok bi cih bûne gihîştiye 15 hezar kesî. Ev jî bûye sedem ku hejmara şêniyên bajarok zêde bibe û xizmeteke zêde pêwîst dike.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a bajarok Tirade Şedad destnîşan kir ku şaredarî ji bo sererastkirina toreyên avê yên sereke dixebite û dê xebatên xizmetguzariyê pêşkêş bikin.

(şx/bm)

ANHA