Zarokê êzidî: Em li ser çalakiyên xwekujiyê perwerde kirin

Zarokê êzidî Mîlad Yusif got DAIŞ bi hinceta ew “gawir” in, li wan dixistin. Mîlad Yusif destnîşan kir ku gelek zarokên êzidî bi navê "cîhadê" li ser çalakiyên xwekujî perwerde kirin û ew şandin şer.

Zarokê êzidî: Em li ser çalakiyên xwekujiyê perwerde kirin
27 sibat, 2019   13:30

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Piştî pêngava ku QSD`ê li herêmên Dêrazorê da destpêkirin û çete niha di gundê Baxozê de hatine dorpêçkirin, şervanan bi hezaran sivîl, di nav wan bi dehan zarok û jinên êzidî ku çeteyan ji Şengalê revandibûn, rizgar kirin.

 Zarokê êzidî Mîlad Hisên Xelef (13) ku ji bajarê Şengalê ye, çeteyan di roja duyemîn a êrîşa bi ser Şengalê de, dema ku wî bi hevalên xwe re dilîst, revand.  Mîlad got çeteyan ew ji Şengalê  birin Tileferê û ew xistin zindanê.

Mîlad Yusif wiha axaftina xwe domand: “Di zindanê de ez bi komekê re bûm ku ji 21 zarokên êzidî pêk dihat. Em ji aliyê çeteyan ve her dem rastî lêdanê dihatin. Bi darê zorê em fêrî xwendina Quranê dikirin û yê ku nedixwend an jî xwendin nedipejirand, bi awayekî hovane û tund li wan dixistin.”

Mîlad got dema ew dibirin cihekî din, wan hewl dida birevin, lê ji ber ku herêm nas nedikirin û çeteyan der barê cihê wan de tiştek nedigot, nedikarîn. Mîlad destnîşan kir ku ew gelek geriyan bi çeteyan re, lê herî dawî ew hatin gundê Baxozê û li wir jî ew xistibûn zindanê.

Piştî ku digihêjin gundê Baxozê, dema deriyê zindanê ji Mîlad û hevalên wî re vedikin ji bo xwarinê, Mîlad û 2 hevalên xwe yên din, direvin û xwe digihînin herêmên QSD`ê. Mîlad dema tê rizgarkirin, tu cil û berg li ser wî tune bûne, şervanên QSD`ê cilên xwe dane wî.

Mîlad têkildarî perwerdekirina zarokan ji hêla çeteyan ve, ev tişt got: "Çeteyan zarok li ser çalakiyên xwekujiyê perwerde dikirin û hejmarek ji zarokan ji bo çalakiyên xwekujî şandin.”

Mîlad destnîşan kir ku zarokên bi temenê xwe zêdetirî 14`an bûna, ew bi navê “cîhadê”  dişandin şer.

“Dixwazim vegerim Şengelê”

Zarokê Mîlad Yusif piştî ku gihîşt kampa Holê, hêviya vegera li Şengalê dike û ev tişt got: "Dixwazim li Şengalê vegerim, min gelekî bêriya bav û diya xwe kiriye û piştî niha naxwazim dev ji wan berdim."

Hêjayî gotinê ye ku QSD`ê jin û zarokên êzidî radestî Meclisa Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin, ew jî dê radestî malbatên wan bike ku li Şengalê ne.

(ekîb)

ANHA