Şêniyên Dirbêsiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê şehîdên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê û şoreşa Rojava yên li cih û deverên cuda di mehên Çile û Sibatê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê bi bîr anîn.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn
27 sibat, 2019   12:32

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi merasîmekê 14 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Erka Xweparastinê ku li cih û deverên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hat lidarxistin. Şehîdên ku hatin bibîranîn ev in: Kemal Baş (Şerdan), Mezlûm Elî (Mezlûm), Hisên Erebo (Hisên), Çekdar Hiso (Çekdar), Etellah Cerba (Etellah), Ehmed Fewaz Şerabîn (Serhed Cûdî), Sîpan Osman (Şevger Dirbêsiyê), Şêxmûs Şêxo (Memo), Dilyar Silî (Can Şêr), Hislên Elî (Mezlûm Dirbêsiyê), Berxwedan Feramez (Berxwedan), Hisên Dexîl (Dijwar), Abdulrehman Mişeweh (Sened) û Zihêr Seyd (Qenas).

Li cihê ku merasîma bîranînê, wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim Salim di merasîmê de axivî û hemû şehîdên ku ji bo parastina xaka welatê xwe û gelê xwe canê xwe feda kiriye, bi bîr anîn û wiha got: “Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan 14 şehîdên xwe bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya wan bin. Em ê ji bo rizgarkirina her bihostekê ji xaka welatê xwe têkoşîna xwe bilind bikin û em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin."

Ji fermandarên YPG`ê Agirî Şînda jî axivî û soz da ku ew ê heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan şopdarên rêya wan bin.

Der barê têkçûna çeteyên DAIŞ`ê de Agirî Şînda wiha got: "Şervanên QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê berxwedaneke bêhempa di salên dawîn de meşand. Di encama wê berxwedanê de herêmên Sûriyê hatin rizgarkirin û herî dawî bajarokê Baxoz ê Dêrazorê tê rizgarkirin. Ev hemû jî bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan e."

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA