Rewşa kampa Holê li gel zêdebûna hejmara koçberan û paşguhkirina rêxistinan

Rêxistinên navdewletî alîkariyan ji koçberên kampa Holê re pêşkêş nakin, tevî ku roj bi roj hejmara koçberan zêde dibe.

Rewşa kampa Holê li gel zêdebûna hejmara koçberan û paşguhkirina rêxistinan
27 sibat, 2019   09:31

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Li gel berdewamkirina koçberbûna şêniyan ji herêmên ku DAIŞ`ê li Dêrazorê dagir kirine, hejmara niştecihên kampa Holê ya rojhilatê Hesekê zêde bû. Ji ber wê û li gel paşguhkirina rêxistinên mirovahî rewşa koçberan berpirsyariyên rêveberiya kampa Holê bûn du qat.

Dîsa jî rêveberî pêdiviyên koçberan ên rojane bi taybet sotemeniyê belav dike.

Her malbatek hefteyê 20 lître gaz ji bo germkirin û çêkirina xwarinê werdigire. Bi zêdebûna hejmara koçberan re ji herêmên Dêrazorê rêveberiya kampê miqdarek zêde kir û kir 25 lître.

Li gorî rêveberiya kampê gaz li 7 hezar malbatan ji bingeha 14 hezaran belav dike û ji bo malbatên mayî kartên kirînê belav dike da ku para xwe ji gazê wergirin.

Di nav kampê de 183 mitbax hene û di her yekê de 24 kon hene. Mehane ji her mitbaxekê re 12 cer gaz tê belavkirin. Ev tê wateya ku tevahiya mitbaxan mehane bi hewcedariya 5 hezar cerên xazê ne. Lê ev miqdar bi zêdebûna hejmara koçberan di van demên dawîn de têra pêwîstiya koçberan nake.

Ruxmî ked û xebatên rêveberiya kampê di peydakirina pêwîstiyên koçberan de, lê dîsa di peydakirina pêdiviyên pêwîst ên koçberên ku hejmara wan gihaşt derdora 48 hezaran astengiyan dikişînin. Ji aliyekî din ve rêxistinên navdewletî yên têkildar rewşa koçberan paşguh kirine û tu alîkariyan pêşkêş nakin.

Endamê rêveber ê Kampa Holê Berzan Abdullah got rêveberiya kampê pêwîstiyên koçberan ji sotemenî û madeyên din pêşkêş dike û wiha domand: "Em gaz û cerên xazê li koçberan belav dikin û hewl didin pêwîstiyên wan bînin cih."

Ji aliyê xwe ve penaberê iraqî Ebû Mizher tekez kir ku miqdara alîkariyê ku rêveberî  pêşkêş dike têra wan dike û wiha dewam kir: "Me hefteyê 20 lître gaz werdigirt, bi zêdebûna koçberan re êdî em 25 lîtreyan werdigirin. Lê ji ber qerebelixa ku li cihê belavkirina sotemeniyê ji ber hejmara zêde ya koçberan û hejmara hilmijan a kêm em zehmetiyan dikişînin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê ye û ji bo pêşwazîkirina penaberên iraqî hate vekirin. Di nav kampê de niha 48 hezar penaber û koçber ji herêmên Dêrazorê hene.

(şx)

ANHA