Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro gurbûna şer li “herêmên bêçek”, îstîfakirina wezîrê karên derve yê Îranê û çalakiyên li Cezayîrê kirin mijarên xwe yên sereke.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
27 sibat, 2019   09:06

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Gurkirina şerê Idlibê, gelo pêşdîtina operasyoneke giştî ye yan gaveke ji bo zexta li ser Enqereyê ye?

Rojnameya El-Ereb îro behsa rewşa li “herêmên bêçek” kir û wiha got:" Li parêzgeha Idlibê û bejahiya girêdayî wê di navbera artêşa Sûriyê û rêxistinên muxalîf û tundraw de şerekî xeternak gur dibe. Ev yek jî dibe ku bi xwe re rewşa herêmê ya di hevpeymana Soçiyê de wekî herêmên bêçek hatin ragihandin, xerab bike.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: “Gurkirina ku 12`ê Sibatê de hate destpêkirin, rewşê ber bi ku rejîm û hevalbendên wê operasyoneke berfireh li parêzgeha Idlibê pêk bînin, dibe. Dibe ku ev gurkirina şer û propagandaya li ser çapemeniyê li ser Tirkiyê zextê bike da ku komên çekdar hevpeyama Idlibê pêk bînin.”

Şerq El-Ewset: Derketina sivîlan ji berîka dawîn a DAIŞ`ê ya rojhilatê Firatê dewam dike

Têkildarî şerê dawîn ê li dijî DAIŞ`ê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh 11 erebeyên mezin ku tê de bi sedan jin, zarok û mêr hebûn û tê texmînkirin ku endamên DAIŞ`ê ne, ji berîka dawîn a di bin kontrola tundrewan ji Rojhilatê Sûriyê derketin.

Rojnameyê bi berdewamî wiha nivîsand:" Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ku ji Ereb û Kurdan pêk tê, texmîn dike ku çend hezar sivîl û ew jî malbatên endamên rêxistinê ne, heta niha di hundirê berîka dawîn de mane. QSD ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Navneteweyî digire, li bendê ye ku sivîlên dawîn derxin da ku dest bi êrîşê bikin.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Îstîfakirina wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf asta saziya Heris El-Sewrî derxist holê. Hate diyarkirin ku Heris El-Sewrî di destê wî de gelek dosyayên girîng ji wan xebatên dîplomatîk hene û têkildarî van dosyayan hemûyan dibe.”

Iraq

Her wiha girêdayî rewşa Iraqê jî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Muqteda El-Sedr ku destekê dide koalîsyona “Saîrûn” û Hadî El-Amrî serokê koalîsyona “El-Fetih” bi nêzikbûna xwe, xebatên siyasî yên Iraqê xêz dikin. Ev yek jî naçe xweşiya hevalbendên wan ên din.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Heyat wiha got: "Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr helwesta xwe li dijî çalakiyên ku ev 2 meh e zêdetirîn li dijî hikumetê dewam dikin, tûj kir.”

Yemen

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Yemenê kir û wiha got: “Di encama kongreya ku duh li Cinêvê pêk hat de, Neteweyên Yekbûyî soz ji dewletan girt da ku ew dewlet 2.6 milyar dolar ji bo xebatên mirovî yên ji bo Yemenê bidin.”

Cezayîr

Têkildarî çalakiyên li Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh bi deh hezaran ji xwendekarên zanîngehên Cezayîrê tev li çalakiya li dijî serok Ebdellezîz Botfilîqa bûn ku ev cara 5`an xwe ji bo serokatiyê hilbijart.

(kc)