Pakistanê 2 balafirên Hindistanê xistin

Pakistanê 2 balafirên Hindistanê dema ku li ser esmanê aliyê Pakistanê difiriyan, xistin xwarê û pîlot dîl girtin.

Pakistanê 2 balafirên Hindistanê xistin
27 sibat, 2019   09:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Skynewsê, Wezareta Derve ya Pakistanê di daxuyaniyeke xwe de wiha got: “Hêzên hewayî yên Pakistanê vê sibê derbe bi rêya xeta çavdêriya di aliyê esmanî yê Pakistanê de pêk anî.”

Di vê derbarê de artêşa Pakistanê got balafirên Hindistanê derbasî qada hewayî ya Pakistanê bûn û wan her du balafir xistin xwarê û pîlot dîl girtin.

Têkildarî mijarê wezîra karên derve ya Hindistanê Swaraj Shoshma ku roja Çarşemê dema serdana Çînê kir, got piştî êrîşên hewayî yên Hindistanê li ser axa Pakistanê, welatê wê naxwaze şer gur bibe.

Her wiha Amerîkayê li ser zimanê wezîrê xwe yê karên derve Mike Pompeo bang li Pakistan û Hindistanê kir ku dûrî gurkirina şer bikevin.

(ekîb)