‘Em xaka xwe ya dagirkirî dixwazin’

Şêniyên Efrînê salek li kantona Şehbayê li pey xwe hişt. Berxwedana wan ji êrîşan re bû bersiv û ji bo vegera li xaka xwe ya dagirkirî bi israr in. Şêniyên Efrînê rêgeza `berxwedan jiyan e` ji xwe re kiriye bingeh

‘Em xaka xwe ya dagirkirî dixwazin’
‘Em xaka xwe ya dagirkirî dixwazin’
‘Em xaka xwe ya dagirkirî dixwazin’
‘Em xaka xwe ya dagirkirî dixwazin’
‘Em xaka xwe ya dagirkirî dixwazin’
‘Em xaka xwe ya dagirkirî dixwazin’
27 sibat, 2019   08:20

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Di 18`ê Adara 2018`an de artêşa Tirk a dagirker piştî berxwedana 58 rojan Efrîn dagir kir. Di encamê de şêniyên Efrînê neçar man berê xwe bidin kantona Şehbayê ku binesaziya wê ji ber şerên ku ji hêla komên çekdar ve lê rû dane, wêran bûye.

Ji bo berdewamkirina `Berxwedana Serdemê` di qonaxa duyemîn de hinek şênî li malên wêrankirî û hinek din jî di nav kampên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ava kirine, bi cih bûn.

Ji wê rojê ve şênî jiyana xwe li ser bingeha jiyana komînal mîna ku li Efrînê kiribûn, bi rêxistin dikin. Her wiha soza berxwedanê her yek di pîşeya xwe de û li gorî karîna xwe dide da ku ji cîhanê re asta têkoşîn û rihê berxwedana xwe îsbat bikin.

Tevî ku salek di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû, lê şênî di biryara vegerê de bi israr in û bi slogana ‘Berxwedan jiyan e’ tevahiya şert û mercên jiyanê li Şehbayê ji germaya havînê û sermaya zivistanê tehemul dikin.

Şêniyên ku di nav Kampa Berxwedan de ya ku dikeve navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi cih bûne, serpêhatiyên berxwedana xwe ji ajansa me re vegotin. Şêniyan diyar kir ku alîkarî ji rêxistinên mirovî naxwazin, tenê dixwazin xaka xwe ya ku artêşa Tirk a dagirker dagir kiriye vegerînin.

Dayika Selwa Şêxo ji şêniyên gundê Qûta ya girêdayî navçeya Bilbilê ye û niha li Kampa Berxwedan dimîne, wiha got: "Balafirên artêşa Tirk a dagirker dibe ku em ji xaka zeytûnê dûr xistibin, lê nekarîn vîna me bişkînin."

Dayikê di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku cîhan bû şahîdê asta alavê şer ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan bi kar anîne, çawa cihên dîrokî li kantonê û dibistanên ku tevahiya pêkhateyên wê bi zimanê dayika xwe fêrî çand û dîroka xwe dibûn, kirin hedef.

Dayika Selwa wiha domand: "Artêşa Tirk bi vê hovîtiya xwe negihaşt armanca xwe. Niha li kantona Şehbayê me qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê dest pê kir.Me xwe li ser rêgeza jiyana komînal di nav kamp û gundên hema bêje wêrankirî ne de birêxistin kir. Zarokên me dîsa vegerîn dibistanan û niha perwerdeyên xwe  bi zimanê dayikê dibînin. Ruxmî astengiyên ku li vir rastî me tên, ji germahiya havînê û sermaya zivistanê lê em li ber xwe didin."

Di dawiyê de dayika Selwa wiha got: "Em dixwazin tevahiya cîhanê bizanibe ku kesek nikare ji aliyê manewî ve me bişikîne. Çendîn teknîkên şer li gel wî pêşketî bin, em gelekî xwedî giyanek berxwedêr û vîneke xurt in ku nayê şikandin. Em hêza xwe ji şehîdan digirin û li ser fikr û felsefeya rêberê xwe dijîn. Biryara me ‘berxwedan jiyan e’ û li ser biryara vegera Efrînê em bi israr in. Em ê alên serkeftinê rakin û vegerin Efrînê û tolên şehîdên xwe ji dagirkeran hilînin."

(şx)

ANHA