Li Bendava Firatê dê 200 hezar şitil werin amadekirin

Rêveberiya Parkan a Bendava Firatê bi rêya projeya meştela çandiniyê ku beriya 15 rojan dest pê kir, hewl dide şînkahiya herêmê vejîne û hin cureyên daran ên baş biparêze.

Li Bendava Firatê dê 200 hezar şitil werin amadekirin
Li Bendava Firatê dê 200 hezar şitil werin amadekirin
Li Bendava Firatê dê 200 hezar şitil werin amadekirin
Li Bendava Firatê dê 200 hezar şitil werin amadekirin
Li Bendava Firatê dê 200 hezar şitil werin amadekirin
27 sibat, 2019   07:40

TEBQA

Di projeyê de 200 hezar şitilên cihêreng ji darên daristanî û berhemdar mîna tiriyê hilwanî, sêv, hirmî, tû, hinar, tevî darên xemilandinê û cureyên cuda yên gulan dê werin çandin.

Bi însiyatîfa karkerên parkên bendavê û 12 jinan amadekirina 75 hezar şitilên cihêreng bi dawî bûne. Li gorî berpirsê projeyê Emar El-Mebrûk tê payîn ku proje di mehekê de bi dawî bibe.

Emar El-Mebrûk tekez kir ku di projeyê de hewl didin cureyên baş ji daran hilbijêrin. Di çarçoveya vegerandina şînkahiya herêmê de ev dar dê li tevahiya bajarê Tebqa û gundewarên wê werin çandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Parkên Bendava Firatê bi hevkariya Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Tebqayê di sala borî de parkên bendavê ji aliyê başûrê bendavê ve restore kirin. Çeteyan dema herêm dagir kiribû, parkên bendavê wêran kiribûn û veguherandibûn nuqteyên leşkerî. Di xebatên sererastkirinê de, mayinên ku DAIŞ`ê lê çandibûn û bermahiyên wan hatin rakirin.

(şx)

ANHA