Li ser 8`ê Adarê semînerek li Reqayê pêk hat

Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê çalakiyên xwe berdewam dike. Rêveberiya Jinan a Reqayê semînerek der barê 8’ê Adarê de li dar xist.

Li ser 8`ê Adarê semînerek li Reqayê pêk hat
Li ser 8`ê Adarê semînerek li Reqayê pêk hat
27 sibat, 2019   08:41

REQA

Bi dirûşma "Bi rêveberiya jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe" Rêveberiya Jinan a Reqayê li herêma Xenîzrat a bakurê Reqayê, semînerek ji jinan re der barê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li dar xist.

Di semînerê de endamên saziyan, meclisa herêmî ya herêmên Xenîzrat û Kelta, Buroya Jinan a Perwerdeyê û bi dehan jinên herêmê amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî li ser girîngiya vê rojê axivî û wiha pê de çû: "Ji ber newekheviyê û bêkariyê, jinên li Amerîkayê ketin grevê ji wê Roja Jinan a Cîhanê pêk hat. Ji wê rojê heta îro li hemû cîhanê ev roj tê pîrozkirin da ku serkeftinên jinan bidin xuyakirin."

Zelîxa diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya têkoşîna xwe serkeftinên mezin bi dest xistin û bûn sembola fedakarî û têkoşînê.

Paşê sînevîzyonek li ser lehengî û serkeftinên ku jinan li dijî terora li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistiye, hate pêşandan. Semîner bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(jo)

ANHA