Piştî xilasiya ji DAIŞ`ê hêviya wan naskirina çarenûsa girtiyên xwe ye

Çeteyên DAIŞ`ê bi ser malên wan de girt, zarok û hevserên wan bê sedem girtin û birin. Piştî derbasbûna 5 salan, hîna çarenûsa wan ne diyar e. Jinên kantona Şehbayê dixwazin çarenûsa zarok û hevserên xwe bizanin û hêvî dikin ku herêmên wan ji çeteyên artêşa Tirk a dagirker rizgar bibin.

Piştî xilasiya ji DAIŞ`ê hêviya wan naskirina çarenûsa girtiyên xwe ye
27 sibat, 2019   07:33

ARŞÎN NECAR – FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Piştî dagirkirina gundên herêmên Şehbayê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê û komên din ên terorîst ve, çeteyan binpêkirinên nemirovî ji revandin, kuştin û îşkencekirinê der heqê sivîlan de pêk anîn.

Li gorî şahidên ji herêmê çeteyan bi gelek hincet û sedemên ku rastiya wan tune ye, şênî digirtin û dikuştin. Li gorî şêniyan çeteyan bi zanabûn ji bo wergirtina fîdyeyan wisa dikir.

Lê binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê di vir de sînordar namînin, heya niha çarenûsa bi sedan sivîlên ku ji kantona Şehbayê revandine, ji 5 salan ve ne diyar e.

Têkildarî mijarê jina bi navê M.N. beriya 5 salan hevserê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê girtin û heya niha çarenûsa wî nizane. M.N. wiha behsa girtina hevserê xwe dike: "Di rojekê de dema nimêja berbangê bû, em hemû razayî bûn. Hema em li ser dengê derî hişyar bûn. Çeteyên DAIŞ`ê bi ser malê de girt, bê hişyarî û bêyî ku sedemê bibêjin hevserê min girtin û birin."

M.N. ew kêlî bi tirs û xofê wesifandin. M.N. destnîşan kir ku ji wê rojê ve û heya vê kêliyê berê xwe daye girtîgehên DAIŞ`ê da ku ji wan re xuya bike ku têkiliyên hevserê wê bi kesekî re tune ne, lê tu bersiv wernegirtiye, tevî wê jî wê diqewitînin û gefan lê dixwin.

Girêdayî binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê piştî girtina hevserê wê, M.N. wiha got: "Piştî demekê carek din bi ser malê de girtin û ez tevî zarokan ji malê derxistim. Piştî ku min maleke din peyda kir, careke din wisa kirin. DAIŞ`ê nedihişt ku jin bi tenê derkevin, ji ber wê ji bo peydakirina pêdiviyên zarokan me gelek azar dikişand."

‘Ez hêvî dikim ku rojekê agahiya vegera hevserê xwe bibihîzim’

Ji aliyê xwe ve jina girtiyekî bi navê Ezîze Beşar ji Til Eranê û dayîka 5 zarokan e diyar kir ku di rojek de dema dagirkirina DAIŞ`ê ji herêmê re, hevserê wê diçe da ku pêdiviyên cenja qurbanê bikire lê venagere. Ji wê demê ve û heya niha venegeriya mal. Lê piştî lêgerînek dirêj dizane ku li gel DAIŞ`ê girtî ye.

Ezîze heta niha çarenûsa hevserê xwe nizane, lê ew baş dizane ku sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî de nafilitin. Ezîze hêvî kir ku agahiyan girêdayî rewşa hevserê xwe bizanibe.

‘Divê çete ji herêmên me werin derxistin’

Her wiha Jina bi navê E.N. çeteyên DAIŞ`ê du kurên wê revandine û wiha behsa bûyerê dike: "DAIŞ`ê du kurên min dema li ser karê xwe bûn revandin. Yek ji wan beriya ku were girtin bi deh rojan nû zewicî bû. Piştî gelek lêgerînan, min bihîst ku bê sedem her du hatine kuştin, lê dîsa jî ne diyar e."

Di dawiyê de E.N. xwest gund û herêmên Şehbayê yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dagirkirî ne werin rizgarkirin û hêvî kir ku careke din zarokên xwe bibîne.

(şx)

ANHA