Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin

Piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, jinên Reqayê êdî cil û bergên rengîn jî li xwe dikin ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de hatibûn qedexekrin.

Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin
Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin
Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin
Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin
Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin
Piştî 5 salan, jinên Reqayê êdî cilên rengîn li xwe dikin
27 sibat, 2019   07:19

EMÎNE EL-ELÎ – RUBA EL-ELÎ / REQA

Beriya dagirkirina bajarê Reqayê ji aliyê çeteyan ve, gelê Reqayê bi cilên xwe yên folklorîk dihatin naskirin. Cawê Reqayê ji bajar û herêmên din ên Sûriyê cudatir e.

Lê bi dagirkirina bajêr re, çeteyan rengê reş li hemû jinan ferz kir û rengên din li wan qedexe kirin û hemû rengên cawan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dihatin rakirin. Ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û ferzkirina rengê reş li ser jinan, jinan tenê rengê reş li xwe dikir.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, jinên bajarê Reqayê piştî 5 salan careke din li folklora xwe vegeriyan û rengên din jî li xwe dikin. Sûkên Reqayê bi cawên xwe yên baş tên naskirin. Hemû jinên herêmên nêzî Reqayê berê xwe didin sûkên wê. Sûkên Reqayê cawên xwe ji dewletên cîran û dewletên Kendavê tînin.

Şêniya bi navê Fatime Mihemed ji bajarê Girê Spî ye û wiha got: "Ez hatim Reqayê da ku cawan bikirim, ji ber ku cawên ku em li xwe dikin, tenê li bajarê Reqayê hene."

Her wiha xwediyê dikaneke bazirganiyê Şahir El-Şemrî jî wiha got: "Piştî rizgarkirina bajarê me Reqayê, jinên bajêr rengên cuda dikirin. Vê salê em bêhtir dibînin ku jinên bajarê Reqayê cawên rengîn dikirin."

El-Şemrî diyar kir ku bi dagirkirina bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve, bajar reş bû, rengê reş hatibû ferzkirin û çeteyan cawên rengîn qedexe kiribûn.

(jo)

ANHA