Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa pêngava Bagera Cizîrê li bejahiya Dêrazorê, herêma ewle, serdana Esed ji bo Îranê, Yemen û Sûdanê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
26 sibat, 2019   08:18

NAVENDA NÛÇEYAN

 Şerq El-Ewset: Saeta dawîn a tunekirna DAIŞ`ê li benda derxistina hemû sivîlan e

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got:" Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bendê ne ku sivîlên dorpêçkirî yên di berîka dawîn a DAIŞ`ê ya Rojhilatê  Sûriyê de derkevin. Li gorî ajanseke fransî, derketina bi hezaran sivîlan di rojên dawîn de, bar li ser Kurdan û rêxistinên alîkariyê giran kiriye.

Gerînendeyê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mustefa Balî tekez kir ku hejmareke mezin ji sivîlan ji berîka dawîn li Baxozê derketin. Balî anî ziman ku li gorî texmînên QSD`ê, derdora 5 hezar sivîl di hundirê Baxozê de hene.”

El-Ereb: Çarenûsa plana hêzên gelek neteweyan li Bakurê Sûriyê girêdayî beşdarbûna Ewropayê ye

Têkildarî herêma ewle, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja duşemê ragihand ku ew bi biryara serokê Amerîkayê Trump a hiştina hêzên xwe li Sûriyê, kêfxweş e.

Macron di cvîna çapemeniyê ya bi hempîşeyê xwe yê Iraqê Berhem Salih de wiha got: "Têkildarî biryara DYA`yê ez kêfxweş im. Biryara Amerîkayê, tiştekî baş e û em ê li herêmê di nava koalîsyonê de xebata xwe dewam bikin.

Gava Amerîkayê ya hiştina leşkerên xwe li Sûriyê ji bo parastina aştiyê, wê hevalbendên Ewropayê teşwîq bike da ku hêzên xwe ku ji gelek neteweyan pêk tên û hejmara xwe hezar e, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina Kurdan ji êrîşên Tirkiyê belav bike.”

El-Beyan: Esed, Xamaneyî û Rûhanî li Tehranê dîtin

Rojnameya El-Beyan behsa ziyareta Esed a ji bo Îranê kir û wiha got: “Serokê Sûriyê Beşar Esed duh yekemîn car e serdana Îranê kir û hempîşeyê xwe Hesen Rûhanî û rayedarê payebilin Elî Xamaneyî dîtin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Hûsiyan soza xwe pêk neanî û careke din pêvajoya yekê ya pêkanîna hevpeymanê xerab kirin. Rêveberê parêzgeha El-Hudeyda Hesen Tahir ji Şerq El-Ewset re diyar kir ku dihate payîn ku Hûsî hêzên xwe ji keştîgehên El-Selîf û Ras Îsa derxin, lê ev yek pêk neanîn.”

Sûdan

Her wiha têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr duh çar fermanên awarte ragihandin. Ji wan qedexeya kombûnan û grevan û betalkirin saziyên giştî.”

(kc)