Meclisa Şehbayê alîkariyên mehane li hewcedaran belav dike

Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Kantona Şehbayê mehane 2 hezar û 450 pakêtên xwarinê li malbatên xizan û koçberan belav dike.

Meclisa Şehbayê alîkariyên mehane li hewcedaran belav dike
26 sibat, 2019   07:45

ŞEHBA

Li kantona Şehbayê 5 hezar û 400 malbatên niştecih û 855 koçber ji gundewarên başûrê Helebê û herêmên Şehbayê wekî Til Eran, Til Hasil, Kefer Zixîr, bajarê Babê, Ezaz û herêmên din ên Sûriyê bi cih bûne. Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Kantona Şehbayê bi derfetên heyî alîkariyan pêşkêşî koçberan dike.

Li kantona Şehbayê hezar û 600 malbatên xizan hene û di nav de 70 malbatên gelek xizan hene. Komîteyan li 70 malên xizan fon belav kir.

Komîteyê pakêtên her xwarinekê mehane li şênî û koçberan belav dike. Pakêt ji nîsk, şekir, çay, zêta şînkahî û cureyên konserveyê pêk tê. Her wiha komîte sebze jî bi mehane belav dike.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Kantona Şehbayê Mistefa Şakir wiha got: "Em li gorî derfetên di destê xwe de alîkariya şêniyên kantonê û koçberên ku ji herêmê hatine, dikin.”

(şx/bm)

ANHA