Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê

Îro komeke sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di berîka dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê de mabûn, gihaştin kampa Holê. Bi hatina wan re di 4 rojan de hejmara kesên ku ji bajarokê Baxozê gihaştine kampa Holê, gihaşt 6 hezar û 600 kesî.

Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
Komeke din a ji sivîl û malbatên çeteyan, gihaşt kampa Holê
26 sibat, 2019   08:37

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Beriya kêliyekê komeke nû ya sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di berîka dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê de mabûn, bi 27 kamyonên biçûk û mezin gihaştin kampa Holê. Nûçegihana me ku rewşa kampa Holê dişopîne, diyar kir ku îro 2 hezar û 600 kes ji jin û zarokan gihaştin kampê.

Kesên ku gihaştine kampê, şêniyên resen ên Baxozê û malbatên çeteyan ên ji parêzgeh û bajarên Sûriyê ne. Malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bajarên Sûriyê yên wekî Hema, Idlib, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Minbic, Cereblus, Bab, Hums, Madaya û herêmên din in. Di heman demê de di nava malbatên çeteyan de kesên bi nasnameyên Rûsya, Tirkiye, Ozbekistan û Endonezyayê jî hene.

Nûçegihana me da zanîn ku heta niha kar li ser arşîva agahiyan a koçberan û awayê belavkirina wan li kampan tê kirin. Rêveberiya kampa Holê û Heyva Sor alîkariyên destpêkê pêşkêş kirin û birîndar derman kirin.

Endamê rêveberiyê yê beşa xizmetguzariyê Şivan Mihemed Kerîm wiha got: "Tîmên me yên tenduristiyê bi rêya Heyva Sor a Kurd, koçberên ku tên ên nexweş, derman dikin û xwarinê pêşkêşî wan dikin. Piştre nasnameyên wan digirin û her malbatekê tevî pêdiviyan dişînin konên ku ji wan re hatine diyarkirin. Di nava 4 rojan de hejmara koçberan bû 6 hezar û 600 kes. Piraniya wan jin û zarok in.”

Bi wan re jî, hejmara koçberên di kampê de gihîşt 48 hezar û 600 kesî. Ev 48 hezar kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê, malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Iraq, Sûriye û biyanî pêk tên.

(jo/bm)

ANHA