2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê

Şevê din nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin.

2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê
2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê
2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê
2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê
2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê
2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê
2 hezar sivîl û malbatên çeteyan gihîştin herêmên QSD`ê
26 sibat, 2019   07:19

DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê li berîka wan a dawîn a li gundê Baxozê yê li ser qeraxa çemê Firatê, dorpêç kirin. Çete ji bo astengkirina pêşveçûyîna şervanên QSD`ê, sivîlan wek mertal bi kar tînin.

Şevê din nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê gihaştin cihên rizgarkirî û gelek çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kir.

QSD`ê bi rêya kamyonan sivîl birin cihên ewle da ku tedbîrên ewlehiyê der heqê wan de bigirin û piştre wan bibin kampên koçberan ên li Bakurê Sûriyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojane hejmareke mezin ji sivîlan û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku DAIŞ`ê ew wek mertalên zindî bi kar dianîn, derdikevin û xwe dispêrin herêmên QSD`ê.

(jo)

ANHA