Şêniyên Reqayê: Bi saya QSD`ê em azad in

Şêniyên Reqayê destnîşan kir ku bêyî fedakariyên QSD`ê dê şênî negihaştina azadiya xwe û nemaze ji jî azad nedibûn. Şêniyan diyar kir ku divê ji şaneyên veşartî yên çeteyan hişyar bin û ji bo parastina ewlehiya herêmê divê bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin.

Şêniyên Reqayê: Bi saya QSD`ê em azad in
26 sibat, 2019   07:15

REQA

Di çend rojên pêşiya me de mizgîniya bidawîbûna şerê li dijî DAIŞ`ê di berîka xwe ya dawîn de li gundê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê dê were ragihandin. Têkildarî vê yekê şêniyên Reqayê kêfxweşiya xwe ji ajansa me re anî ziman û tekez kir ku bêyî fedakariya QSD`ê azadiya şêniyan îro ne pêkan bû.

Şêniyê bi navê Ebdulsamad El-Xelef destnîşan kir ku Erdogan destek dida çeteyên DAIŞ`ê û wiha domand: "Me ji ber çeteyên Erdoganê hov gelek azar kişandiye. Erdogan sînor ji bo derbasbûna çeteyan ji Sûriyê re vekir. Ji bo rizgarkirina herêmên xwe me zarokên xwe feda kirin. Em serbilind in, ji ber ku ne ji fedakariyên şehîdan bûya me nedikarî azadiya ku niha em bi QSD`ê re dijîn, bi dest bixista."

El-Xelef diyar kir ku DAIŞ dê ji aliyê erdnîgarî ve li herêmê bi dawî bibe, lê şaneyên wê yên veşartî hene, ji ber wê hişyarî û baldarî pêwîst e û divê aliyên têkildar li dijî wan tê bikoşin. Ebdulsamad El-Xelef wiha berdewam kir: "Şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî mîna pençeşêrê li herêmê belav bûne, divê em jê hişyar bin û divê gelê me bi QSD`ê re hevkar be, dema ji tevgerekî li herêmê bi guman bûn, agahiyê bidin aliyên têkildar."

Di dawiyê de Ebdulsamad El-Xelef anî ziman ku bi rizgarkirina herêmê re ewlehî bêtir serwer bû û şêniyan bêhna azadiyê stand û wiha dewam kir: "Kur û keçên me bi hinceta îslamê kuştin. Zarokên me ji mafê xwendinê bê par hiştin. Bi rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD`ê ve me azadiya xwe bi dest xist. Jinan rola xwe ya pêşeng di civakê de girt, êdî em nahêlin tu kes fitneyan li herêmê belav bike û ewlehiya wê têk bibe."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Rexed El-Mistefa got bi saya berxwedan û fedakariyên zarokên wan ên di nav QSD`ê de, ewlehî li herêmê serwer e û şêniyan azadiya xwe bi dest xist, ji ber wê berxwedana ciwanên herêmê li Kobanê, Reqa û Tebqayê ji bîr nabe.

Her wiha Rexed bi lêv kir ku ew li benda ragihandina rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê ne û ev tişt anî ziman: "Şer li Baxozê hîna berdewam e da ku hejmara herî zêde ji sivîlan rizgar bibe. Di demeke herî nêz de QSD dê mizgîniya serkeftinê ragihîne. Lê divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi QSD`ê re li hember her mudaxeleyekê li dijî ewlehiya herêmê hevkar bin."

Jina bi navê Sewsen El-Xelef jî wiha axivî: "Em bi destkeftiyên ku bi saya ciwanên me û fedakariyên wan ji bo rizgarkirina herêmê hatine bidestxistin, serbilind in. Piştî çend rojan dê mizgîniya bidawîbûna şerê li dijî DAIŞ`ê ji cîhanê re were ragihandin."

Di dawiyê de Sewsen teqez kir ku divê şêniyên herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hişyar bin û xwîna şehîdan ku ji bo azadiya gel û jian canê xwe feda kiriye, nayê jibîrkirin.

(şx)

ANHA