Li Babê çete bi hev ketin

Li bajarê Babê, çeteyên Ehrar El-Şam û Furqet El-Hemzat yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bi hev ketin.

Li Babê çete bi hev ketin
25 sibat, 2019   19:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Babê dane me, vê êvarê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Furet El-Hemzat de şer derket. Şer li nêzî geraca bajarê Babê rû da.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyekî koma El-Hemzat bi navê Osman Ebû Umeyr li sivîlekî bi navê Emced Ebdulwahid xistibû û ew birîndar kirbû, li ser vê yekê komeke ji çeteyên girêdayî Ehrar El-Şam ku xizmên sivîl Emced bû mudaxele kirin û şerê çeteyên Ehrar El-Şam kirin. Li gorî çavkaniyan ji ber şer çete ji herdu aliyan birîndar bûn. Çete birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyan.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku şer piştî navbeykariyan hin aliyan sekinî.

ANHA