Li depoyeke çekan a baregeheke Tirkiyê teqînek pêk hat

Di depoyeke ya çekan a Baregeha Sarikaya a navçeya Polatli ya Enqereyê de pêk hatiye.

Li depoyeke çekan a baregeheke Tirkiyê teqînek pêk hat
20 sibat, 2019   18:12

NAVENDA NÛÇEYAN 

Di encama teqîna depoya çekan a Baregeha Sarikaya ya navçeya Polatli ya Enqereyê de 5 kes birîndar bûn.

Têkildarî teqînê Wezareta Parastinê ya Mîllî ragihand ku 5 leşker birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyê, hate gotin ku lêkolîn hatiye destpêkirin.