‘Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû kir‘

Çalakgerên grevên birçîbûnê yên Dêrikê gotin, berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê têkoşêna gelê Kurd derbasî qonaxeke dîrokî kir û îsbat kir u tu kes wê nikaribe li hemberî îradeya gelê aştîxwaz û azadxwaz bisekine.

‘Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû kir‘
‘Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû kir‘
‘Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû kir‘
‘Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû kir‘
20 sibat, 2019   18:46

QAMIŞLO

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Dêrikê di roja yekemîn de piştî axaftinan û şûn de bi dawî bû.

Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Yûsif Hacî axivî û got: "Rastiya gelan rastiya civakî ye, ji ber vê yekê civaka bê çand û nasname mirî ye. Di dîrokê de me dît çawa sîstemên desthilatdar hewl didan gelê Kurd qir bikin."

Hacî her wiha got: "Felsefeya neteweya demokratîk çareserî ji van pirsgirêkan re danî. Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn re bûye mînak, ku giyanê şoreşgerî ji bo azadiya gelan vegerand."

Her wiha Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya herêma Koçerat Feysel Hisên jî axivî û got: "Dîrok li ser axa Mezopotamyayê xwe dûbare dike. Di şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de jinan li hemberî sîstemên baviksalarî fedekarî nîşan dan."

Feysel di berdewama axaftina xwe de got: Berxwedana têkoşer Leyla Guven û hevalên wê têkoşîna gelê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî kir, îsbat kirin ku hêz nikare li hemberî îradeya gelên azadîxwaz û aştîxwaz bisekine."

Çalakiya greva birçîbûnê sibe dê bi koma herêma Beravê dewam bike.

ANHA