Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin

Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanan a navçeya Girkê Legê tunoveya futbolê ya keçan a dibistanên navîn a bi navê `Şehîd Arîn` destpê kir.

Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin
Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin
Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin
Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin
Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin
Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin
Turnoveya futbolê ya keçan hate destpêkirin
20 sibat, 2019   18:07

QAMIŞLO

Turnoveya ku ji 4 tîman pêk tê, bi armanca teşwîqkirina werzîşê û amadekirina tîmeke futbolê ji bo ku li seranserî Herêma Cizîrê bilîze, hate avakirin.

Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanan turnove li stada bajarokê Rimêlan vê sibehê bi hevkariya kluba Cûdî ya werzîşê da destpêkirin.

Tîmên tevlî turoveyê bûne wiha ne; ji gundê Girziyaretê Çolî timek, ji gundê Cîlka tîmek, ji dibistana Imrui El-Qeys a bajarokê Rimêlan û ji dibistana El-Muhdesê ji bajarê Girkê Legê jî her yek tîmek.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanan a navçeya Girkê Legê Sîma Ibrahîm got: "Ji destpêka sala xwendinê ve em amadekariyên turnoveyê dikin. Perwerdekeran di dibistanên Girkê Legê de lîstokvanên jin perwerde dikirin da ku tevlî turnoveya dibistanên navîn bê lidarxistin bibin. Tîma serkeftî wê tevlî turnoveya li ser asta Herêma Cizîrê bibe."

Lîstik di navbera her çar tîman de li Stada Rimêlan destpê kir. Di dawiyê de tîma Şehîd Egîd a gundê Kirziyaretê Culî bi serket û bû şampyonê turnoveyê.

Komîteya Çalakiyan tîma serkeftî bi kupa turnoveyê xelat kir. Her wiha hejmarek ji lîstokvanên serkeftî jî hatin xelat kirin.

(şx)

ANHA