Mayîna çeteyan zarokek birîndar kir

Li gundê Xirbet Benat ê Serêkaniyê mayîneke ku çeteyên DAIŞ‘ê berê çandibûn bi zarokekî 16 salî ve teqiya û zarok birîndar kir.

Mayîna çeteyan zarokek birîndar kir
20 sibat, 2019   16:57
HESEKÊ
Suzan İraz

Nûçegihanê me ji Serêkaniyê ragihand ku zarokê bi navê Mihemed Abdullah Şilaş ê 16 salî ji gundê Xirbet Benat ê Serêkaniyê ye dema pezê xwe li derdora gund diçêran mayînek çeteyan pê ve teqiya û ew birîndar kir.

Zarokê birîndar rakiribûn nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê, lê ji ber rewşa wî giran bû veguhestin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo û li wir dê were emeliyetkirin.

ANHA