Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Girê Spî kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.

Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî kongreya xwe lidar xist
20 sibat, 2019   16:49

GIRÊ SPÎ

Bi armanca şîrovekirina rêgezên Partiya Yekîtiya Demokratîk û hilbijartina endamên rêveber ên komîteyan û ji bo pêşxistina kar, îro Kongreya Yekemîn a Rêxistina PYD`ê ya Girê Spî li dar ket.

Kongre li hola El-Inaş El-Rîvî ya bajarê Girê Spî bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyê, meclisan û şêniyan li dar ket.

Kongre bi axaftina destpêkê ya hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen destpê kir. Hesen di axaftina xwe de rewşa siyasî û nakokiyên ku rû didin şîrove kirin. Hesen di axaftina xwe de pêwîstiya xurtkirina yekîtiyê li hember komplo êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir.

Di berdewama axaftina xwe de Şahoz Hesen armanc, rêgez û hêviyên PYD`ê ji bo yekîtiya pêkhateyên û gelên herêmê bi bîr xistin.

Hesen got: "Tirkyê bi siyasetên xwe hewl dide herêmê ber bi felaketekê bibe,  mîna ku Efrîn dagir kiriye, şêniyên wê dane koçberkirin û demografiya wê guhertiye.

Di nav gotinên xwe de Şahoz Hesen lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê  de û kişandina komên çekdar ji Xûtayê ber bi Idlibê ve destnîşan kir. Hesen diyar kir ku Tirkiyê ji bo planên xwe li Sûriyê û vejandina xewna Osmanî bajarê Idlibê veguherandiye girêkekê di aloziya Sûriyê de ku nayê çareserkirin û wiha pê de çû: " Tirkiyê bi rêya wan komên çekdar hewl dide, hewl didin beşdarî amadekirina danîna destûra Sûriyê bibe, lê em texmîn bikin ku dê pêşeroja Sûriyê çawa be eger wan komên cihadî cihê xwe di amadekirina destûrê de girtin."

Hesen bal kişand ku rêjîma Sûriyê ji aliyê xwe ve dixwaze Sûriyê vegerîne beriya 2011`an û ew jî ne pêkane bi taybet piştî şerên li welêt di dirêjahiya 8 salên aloziyê de rû dane.

Hesen gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Me ji tevahiya cîhanê re isbat kir ku gelê Sûriyê dikare bi hev re li ser bingeha jiyana hevpar bijî. Ji bo parastina yekbûna gel û avakirina civakek demokratîk xwîna tevahiya pêkhateyên herêmê tev hev bû."

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Bircus axivî û lidarketina kongreyê pîroz kir. Sozan hêviya serkeftinê û bicihanîna xewna şehîdan di pêkanîna ewlehiyê û aştiyê de ji gel re xwestin.

Ji aliyê xwe ve Mîdya Elî bi navê Kongreya Star lidarketina kongreyê pîroz kir.

Di kongreyê de rapora salê ya xebatên PYD`ê ya Kantona Girê Spî ji hêla endama partiyê Cûlya Kedro ve hate xwendin.

Her wiha rapora xebatên jin di PYD`ê de ji hêla endama Komîteya Jin Nede Ebdulrehman ve hate xwendin. Di raporê de rewşa jin ji aliyê siyasî ve, danîna pêş rola wê di civakê de hatibûn nirxandin.

Piştre deriyê hilbijartinê ji beşdaran re hate vekirin. 13 endam jê 7 jin wek endamên meclisên û komîteyên PYD`ê ya Kantona Girê Spî û bajarokê El-Cirin hatin hilbijartin. Navên erndaman wiha ne: Emîre Elî, Nede Ebdulrehman, Emel Egle, Itîdal Idrîs, Zozan Mihemed Elî, Tûlîn Mihemed, Qidret Osman, Ismaîl Xewas, Ehmed Xoce, Xelîl El-Hesen, Cuma Semo, Celal El-Sadiq û Xalid El-Ibrahîm.

Di dawiya kongreyê de endamên ku hatine hilbijartin sond xwarin.

Tê payîn ku Partiya Yekîtiya Demokratîk dê di roja înê ya bê de kongreyekê ji şêniyên navçeya Silûkê ya girêdayî Kantona Girê Spî re lidar bixe.

(şx)

ANHA