Dagirkeriya Tirkiyê gundekî Şêrawayê topbaran dike: 4 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir. Di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirkiyê gundekî Şêrawayê topbaran dike: 4 sivîl birîndar bûn
20 sibat, 2019   17:15

EFRÎN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî ji gundên Efrînê yên dagirkirine vê êvarê bi dehan top û çekên doçkayê avêtin gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawayê topbaran kirin.

Ji ber topbaran 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar li nuqteyên tenduristiyê yên navçeyê hatin veguhestin.

Topbaran didome.

ANHA