Trump girêbesta balafirên Amerîkayê ji bo Tirkiyê rawestand

Li gorî malpera F-16.net, serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameyek derxist ku ew êdî nema balafirên F-35 difiroşin Tirkiyê.

Trump girêbesta balafirên Amerîkayê ji bo Tirkiyê rawestand
20 sibat, 2019   12:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryarnameyê, plana radestkirina balafiran dê raweste heta ku wezîrê parastinê û yê derve raporeke dawîn der barê girêbesta pergala parastina hewayî ya S-400 a stratejîk a Rûsyayê de nede. Tevî hişyarên Amerîkayê jî Tirkiye heta niha li ser girêbesta S-400 a Rûsyayê dimeşe.

Li gorî projeya zagona kongreyê ya ku Trump mor kiriye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li bendê ye ku kongre biryara erêkirina wê bide.

Li gorî rapora Kongreya Amerîkayê û ya Pentagonê heke Tirkiye di kirîna roketên S-400 de bi biryar be, dê projeya firotina balafirên F-35 ên ji Amerîkayê bê betalkirin.

(fr)