Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

Kongreya Star a Dêrikê bi dirûşmeya ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re li Dêrikê konê çalakiya greva birçîbûnê veda.

Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dêrikê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
20 sibat, 2019   12:24

QAMIŞLO

Çalakiyên konê greva birçîbûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi însiyatîfa Kongreya Star ji bo piştgiriya bi êkoşer Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê berdewam dikin.

Îro jî Kongreya Star li bajarê Dêrikê konê greva birçîbûnê veda. Tê payîn ku çalakî 3`ê rojan bi beşdarbûna şêniyên ji herêma Dêrık, Koçerat û Beravê dewam dike.

Bi sedan şêniyên herêma Koçerat îro sibehê berê xwe da konê çalakiyê ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrîkê hatiye vedan.

Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven û pankartên li ser nivîsa ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û li ser rêya neteweya demokratîk bimeşin’ hatibûn daliqandin.

Di roja yekemîn de 100 kes ku 70 jê jin in, tev li grevê bûn.

Çalakiyên kon bi daxuyaniyekê ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star Wesfê Murad hate destpêkirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev 20 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindanên dewleta Tirk faşîst de li ber xwe dide.

Tecrîda giran ne tenê li ser kesayeta Ocalan e, ew li ser hemû gelên bindest û azadîxwaz e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe bilind bikin û vê yekê qebûl nekin.

Em berxwedana têkoşer Leyla Guven, Nasir Yagiz û rêhevalên di greva birçîbûnê de silav dikin û soz didin em ê piştgiriya wan bikin."

Beşdarvanan ji şêniyên herêma koçerat re stranên folklorîl ji çanda Koçerata pêşkêş kirin.

Çalakvanên grevê ji ajansa me re axivîn. Şêniyê bi navê Ebo Zêd wiha got: “Em piştgiriya çalakiya Leyla Guven û hevrêyên wê dikin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û daxwazên wan pêk bînin.”

Şêniyê bi navê Behzed Îbrahîm jî teqez kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan kedeke mezin da, ji ber vê yekê divê ew jî bi erka wijdanî û mirovî ya ku dikeve ser milê wan, bînin cih.

 (jo/bm)

ANHA