Ebû Colanî di nexweşxaneyeke Tirkiyê de ye

Kadroyên tenduristiyê teqez kir ku terorîstê bi navê Ebû Mihemed Colanî di encama teqîneke li Idlibê de birîndar bûye û niha di nexweşxaneyeke Hatayê ya Tirkiyê de tê tedawîkirin.

Ebû Colanî di nexweşxaneyeke Tirkiyê de ye
20 sibat, 2019   13:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristiyê ji ajansa Spûtnîk re ragihand ku serçeteyê Cephet El-Nusra, Ebû Mihemed Colanî piştî di encama teqînekê de li Idlibê bi giranî birîndar bûye û ew birine nexweşxaneyek bajarê Antakyayê (Hatay) yê Tirkiyê.

Çavkanî diyar kir ku şevê din kesek di encama teqînekê de li bajarê Idlibê di serê xwe de bi giranî birîndar bûbû, birine nexweşxaneyeke li bajarê Antakya yê Tirkiyê. Çavkanî destnîşan kir ku kesek ji serê xwe birîndar biûbû rakirin emeliyatê û wiha got: “Kesê birîndar terorîstê bi navê Ebû Mihemed Colanî ye."

Çavkanî got Colanî di lênerîna giran de ye, rewşa wî ne baş e û ji ser hişê xwe çûye.

Duh li bajarê Idlibê du teqînên ku di navbera wan de çend deqîqe derbas bûn, pêk hatin. Teqîna destpêkê ji ber bombeyeke di erebeyekê de pêk hat û ya duyemîn jî ji ber erebeyeke bombebarkirî li herêma Qusûr a başûrê bajarê Idlibê pêk hat.

(bx/bm)