Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê îro bi merasîmekê nasnameya 17 şervanên ku di Berxwedana Serdemê de û şervenek YPJ‘ê ku di pêngava Bager Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir.

Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
Şehîdên Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê li Şehbayê hatin bi bîranîna
18 sibat, 2019   14:31

ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê nasnameya 17 şervanên YPJ/YPG`ê ku di qonaxa yekemîna Berxwedana Serdemê de û şervaneke YPJ‘ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne eşkere kir.

Şehîdên ku nasnameyên wan hatin ragihandin ev in: Umer Seydo (Amed Efrîn), Mihemed Emîn (Sîpan Efrîn), Haşim Haşim (Elî Şêr Murdem), Mihemed Osman (Mezlûm Dogan), Abdullah Mihemed (Karker Amanos), Kemal Reşîd (Qehreman Firat), Serbest Berazî (Can Polat Berazî), Elî Xelîco (Tîmav), Hemze Reşo (Hawar Efrîn), Ferzende Silêman (Çekdar Amanos) û Abdullrehman Elî (Dilşêr Heleb).

Şervanênên YPJ`ê jî ev in: Niştîman Hemkaro (Arîn Gabar), Yasmîn Xelûta (Çarçêla Qendîl), Zehîda Qedîb Ban (Delîla Rojava), Cûmana Berekat (Hîra Çiya), Fatma Mihemed (Roj Şehba) û Stêrvan Mustefa (Hewlêr Bahoz).

Her wiha nasnameya şervaneke YPJ`ê Rehşan Mamo (Canda Çarçêla) ku 10`ê Sibata 2018`an di pêngava Bagera Cizîrê li Dêraozrê şehîd bûye hate ragihandin.

Bi hezaran şêniyên Efrîn, Şehba û endamên saziyên civaka sivîl tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso, bi navê TEV-DEM`ê Eyşe Efendî, Meclisa kantona Şehbayê endamê meclisê Nûrî Wilo û bi navê Kongreya Star endama Koodînasyona kongreyê Esmehan Mihemed axaftin hatin kirin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku şehîdan ji bo jiyana hevbeş û civak jiyaneke azad bijî, xwe feda kirin û bi rihê şehîdan gel gihaşt azadî û serkeftinê û ne ji şehîdan ba gel nedigihiştin vê merheleya dîrokî. Axaftvanan diyar kirin ku dê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê bêne tine kirin weke çawa DAIŞ li Sûriyê têk çû û berxwedan ku bi rihê şehîdên azadiyê pêk hat dê bigihêjin azadiyê.

Axaftvanan destnîşan kirin ku gelê herêmê dikare bi hev re li Efrînê bijî li bakurê Sûriyê xwîna gelê Sûriyê ketiye nav hev, da ku çarenûsa xwe li gorî sîstema netewa demokratîk û yekbûna xaka wan û hevgirtina li dijî hêzên hegemon diyar bikin.

Paşê nasnameya 18 şehîdan hatin xwendin û dirûşmeyên silavkirina rihê şehîdan û Berxwedana serdemê hatin berz kirin.

(jo/bx)

ANHA