Di teqînên li Idlibê de, 15 kuştî û zêdeyî 30 birîndar

Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînên ku îro li bajarê Idlibê de pêk hatine de 15 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.

Di teqînên li Idlibê de, 15 kuştî û zêdeyî 30 birîndar
Di teqînên li Idlibê de, 15 kuştî û zêdeyî 30 birîndar
18 sibat, 2019   14:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihand ku îro li bajarê Idlibê 2 teqînên mezin bi erebeyên bombebarkirî pêk hatin.

Li gorî agahiyên destpêkê di herdu teqînan de 15 kes mirin û bi kêmanî 30 jî birîndar bûn. Ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibin.

ANHA