HRE‘yê li Ezaz û navçeyên Efrînê li dagirkeran xist

Hêzên Rizgariya Efrînê, ragihandin ku şervanên wan di roja 17’ê Sibatê li navçeyên Efrînê û herêma Ezazê de 3 çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeran lidar xistin.

HRE‘yê li Ezaz û navçeyên Efrînê li dagirkeran xist
18 sibat, 2019   15:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên 17‘ê Sibatê li dijî hêzên dagirker daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrîn û derdora wê didomin. Di vê çarçoveyê de, şervanên me di roja 17’ê Sibatê li navçeyên Efrînê û herêma Ezazê de 3 çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeran lidar xistin.

1. Di dîroka 17’ê Sibatê de şervanên me li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî seyareyeke dewriyeyê ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tê de bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete bi giranî birîndar bûn.

2. Di dîroka 17’ê Sibatê de li navçeya Cindirêsê ser bi Efrînê li dijî baregehek koma çeteyên Nûredîn Zenkî çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.

3. Di dîroka 17’ê Sibatê şervanên me li gundê Kil Cibrîn a girêdayî Ezazê li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Cebhe El-Şamiyê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Omer el Casim hat kuştin û çeteyê bi navê Mehmûd El Elî birîndar bû."