Li El-Hudeyda civîna li ser belavkirina hêzên navneteweyî pêk hat

Li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê civînên Komîteya Hevkarî û Jinûvebelavkirinê bi serkêşiya generalê danîmarkayî Michael Lawlessard ji bo plana belavkirina hêzên navdewletî da ku korîdorên alîkariya mirovî li El-Hudeydayê dabîn bikin, li dar ketin.

Li El-Hudeyda civîna li ser belavkirina hêzên navneteweyî pêk hat
17 sibat, 2019   10:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya leşkerî bi hevkariya Komîteya Jinûvebelakirinê li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê, civînek li dar xist. Civîn roja şemiyê li Hotela Tac Ewsan a navenda bajêr bi serokatiya çavdêrê navneteweyî general Michael Lawlessard hate lidarxistin.

Li gorî çavkaniyên hikumetê, di civînê de guftûgo li ser pêşniyarên nû yên general Michael Lawlessard hate kirin. Her wiha guftûgo di çarçoveya jinûvebelavkirina hêzên navdewletî li peravên bajêr, deriyên wê û belavkirina çavdêrên navdewletî ji bo meşandina karê alîkariyê hatin kirin. Ew jî gavek ji pêkanîna peymana Swêdê ye.

Naveroka peymanê liser agirbest, jinûvebelavkirina li peravên El-Hudeyda, El-Selîf û Ras Îsa, naverasta bajêr û bicihbûna di hin nuqteyên ku li ser lihevhatin çêbe, bû.

Michael Lawlessard di hefteya borî de civînên xwe bi pêşkêşkirina plana pêkanîna jinûvebelavkirinê li bajarê stratejîk ê Yemenê û belavkirina hêzên navdewletî li ser korîdorên alîkariya mirovî piştî ku di dema borî de nehatiye vekirin, bi dawî kirin.

Li paytexta Polonyayê Warsawê beriya çend rojan civîna çaralî (wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî) der barê Yemenê de hat lidarxistin.

(fr/bm)