Piştî lûtkeya Soçiyê li Idlibê şer dijwar e

Hêzên rejîma Sûriyê piştî lûtkeya Soçiyê bi moşekan “herêmên bêçek” ên gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Piştî lûtkeya Soçiyê li Idlibê şer dijwar e
17 sibat, 2019   10:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê şevê din “herêmên bêçek” bi moşekan topbaran kirin.

Piştî ku di 14’ê Sibatê de lûtkeya Soçiyê di navbera dewleta Tirk, Îran û Rûsyayê de pêk hat, şevê din dîsa rejîma Sûriyê “herêma bêçek” a ku Tirkiye û Rûsyayê li ser li hev kiriye, topbaran kir.

Zêdetirî 24 moşek li ser herêmên qundê Tilas ê aliyê başûrê gundewarên Idlibê ketin. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê herêmên Cezraya û Zemar ên gundewarên başûrê Helebê, herêmên Tewlîl Helîb, Ketîba Mehcûr ên gundewarên rohilatê Idlibê û herêmên Cenabra, Kefernebûda, derdora Cîsat û keleha Medîq ên gundewarên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Ajansa SANA`yê ya rejîma Sûriyê diyar kir ku yekîneyên artêşa Sûriyê bi moşekan êrîşî baregehên terorîstên Cebhet El-Nusra yên li gundê Cîsat kir. Bi vê yekê artêşa Sûriyê bersiva êrîşên li ser “herêmên bêçek” û nuqteyên leşkerî yên gundewarên bakur da.

Ajansê ragihand ku yekîneyên artêşa Sûriyê yên li Mesasne baregehên terorîstên Ketayib Iza yên derdora bajarokê Letamne yê gundewarên bakurê Hemayê rûxandin.

(bx/bm)