Zozan Dêrik: Jinên cîhanê hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin

Endama rêveberiya PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik piştgirî da berxwedana Leyla Guven û wiha got: “Jinên cîhanê hêz û vîna xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin. Leyla Guven bi berxwedana xwe peyama berdewama berxwedanê da dewleta Tirk.”

Zozan Dêrik: Jinên cîhanê hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin
17 sibat, 2019   09:39

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP`ê ya Culemergê Leyla Guven ev 102 roj e li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye.

Endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya şaxê Ewropayê Zozan Dêrik piştgirî da berxwedana Leyla Guven û wiha got: "Dewleta Tirk ji bo Ocalan û fikrên wî ji cîhanê qut bike, tecrîdeke giran li ser wî dide meşandin. Hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re qedexe kiriye. Lê vîna gelê Kurd ji wan komployan bihêztir e.”

Zozan Dêrik bal kişand ser berxwedana bêhempa ya Leyla Guven û wiha pê de çû: “Berxwedana Leyla Guven bandor li tevahiya cîhanê kir û êdî bûye pêşenga bi milyonan jinên cîhanê."

Di berdewama gotinên xwe de Zozan destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven bala tevahî cîhanê kişandiye û isbata vê jî çalakiyên ku jin ji bo piştgiriya Leyla Guven li dar dixin, diyar dikin.

Zozan wiha li gotinên xwe zêde kir: "Bi rêya fikr û felsefeya Ocalan rê li pêşiya jinên Kurd vebû. Ev jî ji bo azadiyê erkeke mezin e ku ketiye ser milê jinan.”

Zozan Dêrik di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştgiriya ji bo berxwedana Leyla Guven Ii tevahî cîhan û Kurdistanê berdewam in.”

(bm)

ANHA