Li rojhilatê Babê di navbera meclisa Babê û çeteyên Tirkiyê de şer rû da

Şevê din li gundê rojhilatê bajarê Babê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şer derket.

Li rojhilatê Babê di navbera meclisa Babê û çeteyên Tirkiyê de şer rû da
17 sibat, 2019   07:07

MINBIC

Nûçegîhanên ajansa me ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker di seatên derengiya şevê de bi çekên giran û sivik êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Wîran ê li rojhilatê bajarê Babê û rojavayê Minbicê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê jî bersiv dan û şer rû da.

Nûçegîhanên me diyar kirin ku di nava  çeteyên artêşa Tirk a dagirker de birîndar hene.

(jo/bm)

ANHA