Newroz Ehmed: YPJ‘ê DAIŞ şikand, têkoşîna me berdewam e

Di pêngava Bagera Cizîrê de rola şervanên YPJ‘ê pêşeng bû. Şervanên YPJ‘ê bi sedan jinên êzidî yên Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Şervanên jin dibêjin “Me DAIŞ şikand, têkoşîna me berdewam e.”

Newroz Ehmed: YPJ‘ê DAIŞ şikand, têkoşîna me berdewam e
17 sibat, 2019   07:11

ALVA OSÊ – EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tekane hêza leşkerî ya jinan e ku mafên jinan diparêze. Şervanên YPJ‘ê beşdarî hemû pêngavaên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê bûn û roleke pêşeng di xistina paytexta "xîlafetê" de lîst.

Li gel ragihandina pêngava Bagera Cizîrê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve şervanên YPJ‘ê pêşengiya eniyên şer kir û bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Her wiha bi sedan jin û zarokên êzidî ku di êrîşa 2014‘an a çeteyên DAIŞ‘ê li ser Şengalê hatibûn revandin, rizgar kirin.

Şervanên ji Dêrazorê beşdarî pêngavê bûn

A ku bala mirov dikişîne, şervanên ji Dêrazorê cihê xwe di pêngavê de girtiye, jixwe berdevka fermî ya pêngavê Lîlwa Ebdullah ji Dêrazorê ye. Her wiha gelek şervanên jin ji hemû pêkhateyan cihê xwe di pêngavê de digirin, ji ber ku armanca wan rizgarkirin û parastin e.

Ji fermandarên YPJ‘ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD‘ê Newroz Ehmed destnîşan kir ku şervanên jin wekî çawa beşdarî hemû pêngavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, di pêngava Bagera Cizîrê de jî roleke pêşeng dilîzin û wiha got: "Armanca wan a sereke rizgarkirina jinan ji zilma DAIŞ‘ê ye."

Tevî astengiyan şervanan erka xwe bi cih anî

Di pêngavê de gelek astengî derketin, jê rewşa hewayî ya nebaş wekî mij û baranê, her wiha qanûnên tund ku çeteyan di nava 5 salan de li ser welatiyan ferz kiribûn ku tirs di nav şêniyan de belav kiribû, çeteyan ji wan re digot dê QSD wan bikuje. Li ser vê yekê Newroz Ehmed ev tişt got: "Dema ku me nû herêm rizgar dikirin, şênî ditirsiyan xwe nêzî me bikin, ji ber ku çeteyan tiştên derew li ser me belav kiribûn. Lê piştî ku em ji nêz ve nas kirin, li derdora me kom dibûn û di pêşketina pêngavê de destek dan me. Em dikarin bibêjin ku şervanên jin tevî astengiyan di pêkanîna erka xwe ya rizgarkirina jinan de bi ser ketin.”

200 jinên êzidî hatin rizgarkirin

Çeteyên DAIŞ‘ê di êrîşên xwe yên 3‘yê Tebaxa 2014‘an de li ser Şengalê bi sedan jinên êzidî revandibûn. Di pêngava Bagera Cizîrê de şervanên jin bi sedan jinên êzidî ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Newroz Ehmed teqez kir ku di pêngavê de 200 jinên êzidî yên Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan kirin.

Tevlêbûn zêde dibe

Newroz teqez kir ku tevlêbûna jinan di nava refên YPJ‘ê de zêde dibe û wiha got: "Çeteyên DAIŞ‘ê jin wek meta bi kar dianîn, dema jin hatin rizgarkirin rastiya yekîneyên me ji nêz ve nas kir û tev li refên yekîneyên me dibin.”

Newroz Ehmed teqez kir ku çeteyên DAIŞ‘ê ji hêza leşkerî ya jinan ditirsin û diyar kir ku şervanên jin ji bo rizgarkirina gel û xaka xwe li ber çeteyên DAIŞ‘ê berdêlên giran dan, di pêngavê de bi dehan şervanên jin şehîd bûn. Newroz got YPJ‘ê çeteyên DAIŞ‘ê li baregeha wan a dawîn, têk birin.

‘DAIŞ şikest lê erka me bi dawî nebûye’

Herêmên ku di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de hatin rizgarkirin, herêmên dawîn bûn ku di destê DAIŞ‘ê de mabûn. Ji fermandarên YPJ’ê û endama Fermandariya Giştî ya QSD‘ê Newroz Ehmed di dawiya gotinên xwe de wiha lê zêde kir: "Mîsyona me ya rizgarkirin û parastina jinan ji zilm û zîhniyeta mêran, berdewam e."

(bb)

ANHA